Êrişî Alîkarê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Rûsyayê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Rûsyayê Vladimir Alekseyev li Moskowê rastî êrişekê hat û ew veguhastine nexweşxaneyê.
Berdevka Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê Svetlana Petrenko daxuyaniyek belav kir.
Svetlana Petrenko diyar kir ku gumanbarekî ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin, li bakurrojavayê Moskowê li ber mala Vladimir Alekseyev gule li wî reşandine û pişt re reviyaye.
Petrenko ragihand ku Vladimir Alekseyev bi birîndarî veguhastine nexweşxaneyê û tedaviya wî didome.
Her wiha hat eşkerekirin ku li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Rola wî ya li Sûriyeyê
Di medyaya Rûsyayê de hat diyarkirin ku Vladimir Alekseyev wekî Alîkarê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dixebite.
Tê îdiakirin ku Alekseyev berê di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê de çalakiyên îstixbaratî bi rê ve birine.
#VÎDEO - Li Moskowê êrişî Alîkarê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Rûsyayê hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2026
💢 Li Moskowê gule li Alîkarê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Rûsyayê Vladimir Alekseyev hatin reşandin û ew birîndar bû
Sîma Abxizir radigihîne pic.twitter.com/YgtxOd3Bpo