Îran: Dan û standinên bi Amerîkayê re destpêkeke baş bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî dan û standinên nerasterast ên bi Amerîkayê re yên li Mesqeta paytexta Umanê ji televizyona dewletê ya Îranê re axivî.

Eraqçî hevdîtin bi rengê “destpêkeke baş” pênase kirin û diyar kir ku têkilî li ser zemîneke avaker pêk hatine.

“Nêrînên me hatin veguhastin”

Eraqçî destnîşan kir ku helwesta Îranê bi awayekî zelal hatiye veguhastin û wiha got:

“Nêrînên me gihiştin hev, ev gelekî girîng bû. Dilgiranî, berjewendî û mafên gelê Îranê hatin ragihandin.

Di atmosfereke gelekî baş de derbas bû û guh dan nêrînên aliyê din jî.”

“Li ser berdewamiya pêvajoyê lihevkirin heye”

Eraqçî da zanîn ku şande dê ji bo şêwirînê vegerin welatên xwe û li ser paşeroja pêvajoyê got:

“Me destpêkeke baş kir. Em dê ji bo çawaniya berdewamkirinê têkiliyê deynin. Destpêkeke baş bû.

Piştî şêwirînê dê biryar were dayîn bê ma dê hevdîtin çawa bên domandin.

Diyar e ku li ser prensîba berdewamkirina hevdîtinan lihevkirinek heye. Li ser berdewamiya pêvajoyê li hev hat kirin.

Ez naxwazim yekser hukim bikim lê eger hevdîtin wiha bidomin, dibe ku em bigihîjin çarçoveyeke ku li ser li hev hatibe kirin.”

“Pêşî divê bêbawerî were derbaskirin”

Eraqçî bi bîr anî ku Hezîrana 2025an dema mizakereyan berdewam dikir, Îsraîlê û pişt re Amerîkayê êriş kiriye û bal kişand ser girîngiya nehiştina bêbaweriya heyî:

“Beriya her tiştî divê em vê bêbaweriyê derbas bikin û ji bo mizakereyan çarçoveyekê diyar bikin.”

“Biryar girêdayî Tehran û aliyê din e”

Eraqçî diyar kir ku rewşa pêvajoyê girêdayî helwesta dualî ye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:

“Bi ya min destpêkeke baş bû û dikare bi awayekî baş bidome lê ev girêdayî aliyê din û helbet biryarên ku dê li Tehranê werin dayîn e.”

“Dan û standinên bi Amerîkayê re dê bidomin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî piştî hevdîtinên nerasterast ên li Mesqetê daxuyaniyek da û ragihand ku aliyan li ser berdewamkirina mizakereyan li hev kiriye.

Beqayî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinên li Umanê nirxandin kirin.

Beqayî diyar kir ku her du aliyan nêrîn û daxwazên xwe anîne zimên û got:

“Gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê yên li Mesqetê, bi lihevkirina aliyan a domandina hevdîtinan bi dawî bûn.”

Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê de

Hevdîtinên di çarçoveya bernameya nukleer de yên di navbera Îran û Amerîkayê de, Hezîrana 2025an piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê qut bûbûn.

Mizakereyên li Mesqetê di demekê de pêk hatin ku tansiyona di navbera Tehran û Washingtonê de dîsa bilind bûye û Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê zêde kiriye.

Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî di van hevdîtinan de serokatiya şandeya Îranê kir, Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trump jî aliyê Amerîkayê temsîl kir.