Neteweyên Yekbûyî: Em naxwazin şer li herêmê belav bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric dilgiraniya xwe ji ber zêdebûna operasyonên serbazî nîşan da.
Stephane Dujarric diyar kir ku armanca wan ew e ku rê li ber berfirehbûna bazinê şer bigirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê, Namo Ebdulah da.
Pirsên li ser gefên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê û perspektîfên çareseriya krîzê bûn mijara sereke.
Dujarric bal kişand ser wê yekê ku Neteweyên Yekbûyî li dijî bikaranîna hêz û gefên serbazî ye û ew ji bo ku welatên din neyên xapandin û tevlî şer nebin, dixebitin.
Pirsên Rûdawê û bersivên Stephane Dujarric wisa ne:
Rûdaw: Gelo vegera ser maseya gotûbêjan ku Sekreterê Giştî daxwaz dike, heta çi radeyê rastiyeke di cih de ye, di demekê de ku Trump daxwaza "xweradestkirina bê şert" dike û Rêberê Bilind ê Îranê jî hatiye kuştin?
Stephane Dujarric: Em ne li vir in ku pêşbîniyan bikin, armanca me heye. Sekreterê Giştî ew armanc ragihandiye û li gel hejmarek welatên endam jî axiviye ku hemfikr in li ser wê armancê. Em dê di wî alî de hewl didin.
Rûdaw: Îranê gefa bomberankirina dezgehên Herêma Kurdistanê xwariye, eger hêzên Kurdan ên Îranê sînor derbas bikin û bikevin nav axa wê. Peyama Sekreterê Giştî ji bo Îranê çi ye dema bi eşkereyî li herêmê gefan dixwe?
Stephane Dujarric: Em naxwazin bibin şahidê bikaranîna zêdetir a hêzê, her wiha em naxwazin gefên zêdetir ên bikaranîna hêzê bibînin. Gelek girîng e ku ev milmilanê zêdetir neyê teşandin nav herêmên nû û welatên nû neyên paldan nav vî şerî. Wekî hûn dizanin, em dibînin ku kiryarên serbazî û daxuyaniyên tund zêde bûne ku her du jî berevajî wê rewşê ne ku em dixwazin berî ku em gavekê bavêjin bibînin.Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric dilgiraniya xwe ji ber zêdebûna operasyonên serbazî nîşan da.
Stephane Dujarric diyar kir ku armanca wan ew e ku rê li ber berfirehbûna bazinê şer bigirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê, Namo Ebdulah da.
Pirsên li ser gefên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê û perspektîfên çareseriya krîzê bûn mijara sereke.
Dujarric bal kişand ser wê yekê ku Neteweyên Yekbûyî li dijî bikaranîna hêz û gefên serbazî ye û ew ji bo ku welatên din neyên xapandin û tevlî şer nebin, dixebitin.
Pirsên Rûdawê û bersivên Stephane Dujarric wisa ne:
Rûdaw: Gelo vegera ser maseya gotûbêjan ku Sekreterê Giştî daxwaz dike, heta çi radeyê rastiyeke di cih de ye, di demekê de ku Trump daxwaza "xweradestkirina bê şert" dike û Rêberê Bilind ê Îranê jî hatiye kuştin?
Stephane Dujarric: Em ne li vir in ku pêşbîniyan bikin, armanca me heye. Sekreterê Giştî ew armanc ragihandiye û li gel hejmarek welatên endam jî axiviye ku hemfikr in li ser wê armancê. Em dê di wî alî de hewl didin.
Rûdaw: Îranê gefa bomberankirina dezgehên Herêma Kurdistanê xwariye, eger hêzên Kurdan ên Îranê sînor derbas bikin û bikevin nav axa wê. Peyama Sekreterê Giştî ji bo Îranê çi ye dema bi eşkereyî li herêmê gefan dixwe?
Stephane Dujarric: Em naxwazin bibin şahidê bikaranîna zêdetir a hêzê, her wiha em naxwazin gefên zêdetir ên bikaranîna hêzê bibînin. Gelek girîng e ku ev milmilanê zêdetir neyê teşandin nav herêmên nû û welatên nû neyên paldan nav vî şerî. Wekî hûn dizanin, em dibînin ku kiryarên serbazî û daxuyaniyên tund zêde bûne ku her du jî berevajî wê rewşê ne ku em dixwazin berî ku em gavekê bavêjin bibînin.