Netanyahu dê careke din hikûmeta Îsraîlê pêk bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin Serokwezîrê niha Benjamin Netanyahu ji bo pêkanîna hikûmetê raspard

Serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin di konferanseke rojnamevanî de Binjamen Netanyahu Serokê Partiya Lîkud ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya wî welatî raspard.

Reuven Rivlin got jî, heta niha tu berbijêrek nikare hikûmetekî pêk bîne ku baweriya Kinêsitê bidest bixe.

Derbarê pirsa dadgehkirina Netanyahu de jî, serokkomarê Îsraiîlê got, ew nikare bibe cihgirê dadgehê û biryarê di vê derbarê de bide û diyar kir li gorî yasa û dadgehê serokwezîrek tohmetbarkirî di karê xwe de berdewam bibe.

Divê heta 28 rojên din, Binjamen Netanyahu bikare hevpeymaniyekê pêk bîne ku bikare dengên pêwîst di Kinêsitê de bidest bixe, eger pêwîst bikê dikare 14 rojên din jî lê zêde bike.

Herhiwa eger Netanyahû di vê dema dayî de hikûmetê ava neke, dê Rivlin ji bo avakirina hikûmetê berbijêrekî din erkdar bike an ji ji parlamnetoyê bixwaze berbijêrekî hilbijêre.

Di hilbijartinên 23ê Adarê de partiya Likud ya di bin serokatoya Serokwezîr Benjamin Netanyahû ji bo parlamentoya bi 120 kursiyan, 30 kursî bidest xist û di hilbijartinê de bû partiya yekem lê ji bo tena serê xwe bibe desthilat ev hejmar têrî wî nake.