Azerbaycanê bang li Balyozê Îranê kir û daxwaza derketina 4 dîplomatan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Azerbaycanê grûpeke 6 kesî ya bi navê Fewca Miqaweme bi tometa hewla darbeyê desteser kirin û ragihand ku Îran li pişt wê grûpê ye.
Piştî vê yekê, Azerbaycanê Balyozê Îranê bo Wezareta Derve bang kir û ji 4 dîplomatên Balyozxaneya Îranê li Bakuyê jî xwest ku di 48 demjimêran de ji Azerbaycan derkevin.
Azerbaycan dibêje, grûpa 6 kesî bi piştevaniya Îranê hewla kudetayê li Azerbaycanê dane ku endamên wê grûpê ji aliyê dezgehên îstixbarata Îranê ve hatine damezrandin.
Her yek ji Wezareta Naxwe, Dozgerî û Rêxistina Asayîşa Dewletê yên Azerbaycanê daxuyaniyeke hevbeş belavkirin û tê de hatiye gotin, endamên wê grûpa bi navê Fewca Miqaweme ku Îran piştevaniya wan dike, plan hebûne bi derxistina alozî û tundûtûjiyan desthilata niha ya Azerbaycanê lawaz bikin û hikûmeteke mezhebî li wî welatî ava bikin.
Hikûmeta Azerbaycanê dibêje, wê grûpê dahata xwe ji qazancên madeyên hişber bidest xistiye.
Heta niha Îranê di wê derbarê de tu daxuyanî nedane.