NATO, bêhêvîtî û girêka kor: Gelo Amerîka vedikişe?
Hewlêr (Rûdaw) - Welatên NATOyê hêdî hêdî hêviya xwe ya ji bo mana Amerîkayê ya di nav hevpeymaniyê de winda dikin.
Donald Trump welatên Ewropayê tawanbar kirin ku wan di şerê Îranê û vekirina Tengava Hurmizê de berê xwe ji Amerîkayê guhertiye û NATO hêdî hêdî dibe girêkeke kor.
Hinek berpirsên welatên NATOyê ji medyaya Brîtanyayê re ragihand ku dilgiraniyên li ser paşeroja hevpeymaniyê gihiştine asteke bilind.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî di hinek postan de êrişî welatên endam ên NATOyê kir û ragihand ku wan di şerê Îranê de alîkariya Washingtonê nekiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî gef xwar û got:
"Eger NATO alîkar nebe, mana Amerîkayê ya di wê hevpeymaniyê nabe xwedî qîmet."
Banga bihêzkirina Ewropayê
Balyozê berê yê Amerîkayê yê NATOyê Ivo Daalder, rewş ji bo hevpeymaniyê wekî "kêliya herî xerab" pênase kir û biland:
"Li şûna ku welatên Ewropayê tenê hewl bidin Trump razî bikin, pêwîst e li bihêzkirina şiyana xwe ya leşkerî bifikirin."
Helwesta tund a welatên Ewropayê
Helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî daxwazên Amerîkayê tund e.
Spanyayê asmanê welatê xwe li ber balafirên şer ên Amerîkayê girt.
Fransa tenê piştgiriyê dide welatên Kendavê da ku xaka xwe li hemberî êrişên Îranê biparêzin.
Brîtanyayê ji destpêkê ve piştgirîdayîna êrişên Amerîkayê red kiriye û dibêje, ew "li gorî berjewendiyên xwe" kar dikin, ne bi fermana Trump.
Berpirsekî Fînlandayê jî dibêje ku ew ji mana Amerîkayê bê hêvî bûne û daxwaz dike ku Ewropa bibe xwediyê "pergaleke taybet a parastinê."
Bandora şerê Îranê û krîza Hurmizê
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ketiye hefteya xwe ya şeşemîn.
Girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Tehranê ve bazarên cîhanê serobino kirine.
Bihayê petrol û gazê bi awayekî berbiçav bilind bûye û vê yekê zexteke aborî ya mezin xistiye ser welatên Ewropayê.
Mark Rutte diçe Amerîkayê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte 8ê Nîsanê diçe Amerîkayê.
Mark Rutte dê heta 12ê mehê li wir bimîne û dê bi Donald Trump û Marco Rubio re bicive.
Rutte bi vê serdanê hêvî dike ku karibe rê li ber nemana hevpeymaniya herî mezin a leşkerî ya cîhanê bigire.