Trump: Ew kesên ku çekên me birine dê baceke giran bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan ji xwenîşanderên Îranê re çek şandine lê ew çek negihîştine destên wan. 
 
Serokê Amerîkayê di konferansa rojnamegeriyê de axivî û diyar kir ku wan rejima Îranê guhertiye.

 

Donald Trump di konferansa rojnamegeriyê de got, "Ez ji hinek mirovên diyarkirî aciz im çimkî wan dest daniye ser wan çekên ku me ji bo xwenîşanderên Îranî şandibûn."

Trump her wiha hişyarî da û got ew dê ji bo vî karê xwe baceke giran bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan ji bo xwenîşanderên Îranî gelek çek şandine lê belê komeke diyarkirî ew çek ji bo xwe birine û divê ew baceke giran bidin.

Trump her wiha diyar kir ku ew dikarin di demeke nêzîk de dawî li şer bînin lê heta bigihin armancên xwe ew ê operasyonê nasekinînin.

Donald Trump di konferanseke rojnamegerî de li Koşka Spî axivî.

Trump li ser mijara çekan got, "Ew çekên ku divabû bigihîştana xwenîşanderên Îranî ji aliyê komekê ve (Kurd) dest de hatin anîn. Ez ji wê komê gelekî tuřê me û ew dê bedeleke giran bidin."

Metirsiya li ser xwenîşanderan

Trump bal kişand ser rewşa navxwe ya Îranê û anî zimên ku di pêşerojê de di nava xwenîşandanan de nêzîkî 45 hezar kes hatine kuştin.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got ku niha xelkê Îranê ji ber tirsa kuştinê û nebûna çekan nikarin birêjin ser şeqaman.

Trump diyar kir ku pergala Îranê fermana nivîskî daye ku her kesê derkeve kolanan were kuştin.

Ultîmatom û pêşniyara agirbestê

Serokê Amerîkayê ragihand ku di navbera Washington û Tehranê de dan û standinên agirbestê hene.

Trump roja sêşemê (bi dema Hewlêrê çarşem) wekî roja dawî ya ji bo lihevkirinê diyar kir.

Trump hişyarî da ku eger li hev nekin, ew dê hemû pir û stasyonên elektrîkê yên Îranê birûxînin.

Trump li ser plana agirbestê ya 45 rojan a ku ji aliyê Pakistan, Tirkiye û Misirê ve hatibû pêşniyarkirin got, hîn ew pesend nekiriye.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Ew kesên ku niha em pê re diaxivin mirovên meqûl in û ne tundrew in. Ez dixwazim vî şerî bi serkeftî biqedînim."

Daxwaza ji bo petrola Îranê

Donald Trump derbarê binesaziya petrola Îranê de bi eşkereyî peyivî û got:

"Eger di destê min de bûya, min dê dest deynaba ser petrola wan û min dê ew ji bo xwe biparasta.

Bi vî awayî me dê gelek pere qezenc bikira."

Trump tekez kir ku her çi qas ew petrolê bixwaze jî, armanca sereke ya şer ew e ku Îran nebe xwedî çekên atomî.

34 rojên şer û rûxandina Îranê

Trump diyar kir ku di nava 34 rojên şer de wan welatekî pir bihêz ji nav biriye û pergala Îranê rûxandiye.

Donal Trump mînaka Venezuelayê da û got hevkariya wan a di warê petrolê de gelekî serkeftî ye û niha 100 milyon bermîl petrola Venezuelayê li Houstonê tê parzûnkirin.

Trump hêvî kir ku di paşerojê de bi Îraneke nû re jî peywendiyeke wilo ya berhemdar were danîn.

Serokê Amerîkayê di dawiyê de bal kişand ser piştgiriya alîgirên xwe yên "MAGA" û got ku li gorî rapirsiya CNNê, ji sedî 100 piştgiriya wî dikin û dixwazin Amerîka di vî şerî de bi ser bikeve û leşker vegerin malên xwe.