Çekdaran navendeke şîrketa Chevron a Amerîkayê teqandin

Navenda Nûçeyan – Çekdarên dijberê Hikûmeta Nîceriya êrişî sazî û bîrên petrolê yên şîrketa Chevron a Amerîkayê li welatê Nîceriyayê kirin û teqandin.

 

Şîrketa mezin a petrolê ya Amerîkayê, Chevron îro di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên dijberê hikûmeta Nîceriya saziyên deryayî yên derxistin û berhemanîna petrolê yên wê şîrketê li başûrê Nîceriya teqandine.

 

Chevron di daxuyaniya xwe de da xuyakirin, ku kesên nenaskirî êrişa bo ser wê şîrketê pêk anîne. Chevron herwiha tekez kir, ku bi mebesta nirxandina rewşê, navenda ku êriş li wir pêkhatiye, hatiye girtin.

 

Herwiha Berdevkê Hêza Deryayî ya Nîceriya Chris Kobe jî îro ragihand, çekdarên êrişî bîrên petrolê û saziyên şîrketa Chevron a amerîkî li Nîveriya kirin.

 

Chris Kobe got, ku komeke çekdarî ya bi navê Tolhilderên deltaya Nîcer di daxuyaniyekê de berpirsatiya êrişa ser şîrketa Chevron girtiye ser xwe.

 

Nîceriya mezintirîn berhemhênerê petrolê li Afrîqayê ye. Êrişa îro dikare li pêşiya hinardekirina petrola wî welatî bibe astengek mezin.

 

Serokomarê Nîceriya Mihemdû Buharî soz daye, ku Hikûmeta Nîceriya dê li dijî wan çekdarên dijbereyê bisekine, ku zirarên digihînin sektora berhemanîna petrolê ya wî welatî.