Fransa: Rifet Esed bi 90 milyon Euro tê tohmetbarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Parîsê ragihand ku bi Rifat el-Esed, birayê serokê berê yê Sûriyê Hafiz el-Esed bi 90 milyon Euro tê tohmetbarkirin.

Rûniştina Dadgeha Pêdaçûnê ya Fransayê taybet bi Rifat el-Esed, birayê serokê berê yê Sûriyê Hafiz el-Esed roja Çarşemê li paytexta Fransayê bajarê Parîsê destpê kir, lê ji ber rewşa wî ya tendrustî tohmetbar amade nebû.

Fransayê hezîrana sala 2020an bi tohmeta dewlemendiya nerewa hukmê 4 sal zîndanî da Rifet el-Esed. Dadgeha Parîsê dibêje: "Rifet el-Esed bi bihayê 90 milyon Euro avahî li Fransayê kirîne" û niha dadgehê dest daniye ser du avahiyên mezin û qesrekê li Parîsê û nêzîka 40 mal û ofîsan li bajarê Lyon ê Fransayê.

Rifet bi wan pereyan hejmarek avahî û kompanya li Luxembourg jî kirîne, lê parêzer û malbata wî dibêjin: "Şahê Siûdiyê yê berê Ebdullah bin Ebdulezîz ew pere dane Rifet el-Esed."

Rifet el-Esed yek ji serkirdeyên Sûriyê û cîgirê serokê Sûriyê Hafiz El-Esed bû, lê di sala 1984an darbe dijî Hafiz El-Esed kir û ji ber sernekeftina darbeyê berê xwe da Siwîsra û piştre çû Fransayê û li wî welatî bicîh bû. Di sala 1986an de ji aliyê wî welatî ve bi Medaliyeya Rumetê hat xelat kirin.