Artêşa Ukraynayê li Rûsyayê bi dronan êrişeke berfireh kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ukraynayê bi zêdeyî 100 dronan êrişî Rûsyayê kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Sîstema Parastinê ya Asmanî 105 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku li herêma Bryanskê 32, li ser herêma Voronejê 22, li herêma Moskowê 19 û li herêma Penzayê 10 dron hatin îmhakirin.

Her wiha, 9 dronên artêşa Ukraynayê li herêma Kalugayê, 6 dron li herêma Belgorodê, 2 dron li herêmên Lipetsk û Samarayê û dronek li herêmên Vladîmîr, Kursk û Rostovê hatin xistin.

Artêşa Ukraynayê 5ê Gulanê bi  123 dronan êrişî Rûsyayê kiribû.

Di van êrişan de Sîstema Parastinê ya Asmanî ya Rûsyayê 4 bombeyên hewayî yên rêberkirî yên JDAM û 4 roketên HIMARS ên Amerîkî têk birin.

Êrişên dronan ên li Moskowê

Şaredarê Moskowê Sergei Sobyanin ragihand ku Hêzên Parastinê ya Asmanî 19 dronên ku ji aliyên cûda ber bi Moskowê ve difirin xistine xwarê.

Ji ber êrişên hewayî balafirgehên Moskowê yên Vnukovo, Jukovsky, Domodedovo û Şeremetyevo ji bo ewlehiya geştên sivîlan bi demkî seferên xwe betal kirin.

Paşê, qedexeyên bi vî rengî li balafirgehên herêmên din ên Rûsyayê wekî Saratov, Ivanovo, Nijnî Novgorod, Yaroslavl, Samara, Volgograd û Kaluga jî hatin ragihandin.

“Ukrayna dê 9ê Gulanê êriş bike”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dawiya meha îsanê îşaret bi planên hêzên çekdar ên welatê xwe yên ji bo êrişa li ser merasîma leşkerî ya bi boneyê serkeftinê ya li Moskowê kir.

Endamê Parlamentoya Ukraynayê Roman Kostenko piştrast kir ku bi rastî jî Kiev xwedî şiyana êrîşkirina li ser Meşa Serkeftinê ya li Moskowê ye.

Bi gotina Roman Kostenko welatî wî çekên dûravêj ên pêwîst hene.

Alîkarê Serokê Komîteya Parastinê ya Dumayê Yuri Şvytkin piştrast kir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hemû tedbîrên pêwîst digire da ku ewlehiya pîrozbahiyên salvegera Serkeftinê misoger bike.

Pisporên leşkerî yên Rûsayê hişyarî didin ku eger hêzên çekdar ên Ukraynayê 9ê Gulanê êrişî Moskowê bikin, di nav çend deqeyan de dê derbeyek giran li Kievê were xistin.

Îsal, bi boneya 80 saliya serkeftina Artêşa Sor a li ser Almanyaya Nazî, tê plankirin ku li hemû bajarên Rûsyayê merasîmên leşkerî bên lidarxistin.

Lê belê ji ber gefa êrişên Ukraynayê, merasîma leşkerî li Kirim û li çendîn bajarên din ên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê hatine betalkirin.