ALMANYA - Friedrich Merz di dendgana yekem de nehat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Mesîhî (CDU) û parlamenter Friedrich Merz di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtin û nebû serokwezîr.

Dengdana girtî di bin serokatiya Seroka Parlamentoya Federal Julia Klöcknerê de hat kirin.

621 parlamenter beşdarî dengdana tura yekemîn bûn û Merz 310 deng wergirtin.

Di dengdanê de 307 parlamenteran dengê "na" daye, 3 parlamenter jî bê alî mane û dengek jî nehatiye qebûlkirin.

Li gorî agahiyên ku Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê dane, 325 dengên koalîsyona CDU/SPDyê hebûn lê Friedrich Merz 310 deng standine.

Ew jî tê wateya ku di nava koalîsyonê de jî hinek kesan deng nedaye wî.

Ji bo Friedrich Merz were hilbijartin divê 316 dengan bistîne.

Klöcknerê ev yek ragihand û navberek da rûniştinê.

Piştî hilbijartinên giştî yên 23yê Sibatê, partiyên Yekîtiya Mesîhî (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li ser avakirina hikûmetê li hev kiribû.