Amerîka û Îran nêzîkî peymaneke dîrokî dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîkayê eşkere dikin ku Washington û Tehran ji bo bidawîanîna şerê li herêmê nêzîkî hev bûne.
Her du alî ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinên atomê, gelekî nêzîkî îmzekirina peymaneke yekrûpelî bûne.
Li gorî zanyariyên du berpirsên Amerîkî û du çavkaniyên agahdar ku ji malpera Axiosê re axivîne, Koşka Spî wisa difikire ku ew gihîştiye qonaxa dawî ya peymanekê.
Ev peyman dê çarçoveyekê ji bo çareseriya pirsgirêkên hene deyne.
Washington li bendê ye ku di nav 48 demjimêrên pêşiya me de bersiva dawî ya Tehranê ya li ser çend xalên sereke bigihîje destê wan.
Naveroka peymana pêşniyarkirî
Peymana pêşniyarkirî ji 14 xalan pêk tê.
Ev peyman ji aliyê Steve Witkoff û Jared Kushnerên ku nûnerên Donald Trump in ve tê gotûbêjkirin û dan û standin li ser têne kirin.
Xalên sereke ev in:
Bidawîanîna şer: Ragihandina rawestandina şer a li herêmê û destpêkirina dan û standinan
Bernameya atomê: Îran dê pêbend be ku dewlemendkirina uranyumê heta demeke dirêj rawestîne.
Ev dem di navbera 12 û 15 salan de ye.
Amerîkayê daxwaza 20 salan kiriye û Îranê jî daxwaza 5 salan kiriye.
Berdana pereyan û cezayan: Amerîka dê pereyên Îranê yên cemidandî serbest berde û dê cezayan qonax bi qonax rake.
Tengava Hurmizê: Her du alî dê astengiyên li ser çûn û hatina deryayî yên li tengavê rakin û dê dorpêça deryayî ya Amerîkayê were rakirin.
Mercên tund ên Washingtonê
Çavkanî didin zanîn ku Amerîkayê xwestiye ku Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî ji welêt derxe.
Tê çaverêkirin ku ev uranyum ji Amerîkayê re were şandin.
Du çavkaniyan diyar kir ku Îran bi vê yekê razî bûye.
Yek ji çavkaniyan jî da zanîn ku her du alî li ser vebijêrka veguhastina uranyumê ya ji bo Amerîkayê diaxivin.
Her wiha divê Tehran pêbend be ku ti saziyên atomê yên binerdî bi kar neyîne.
Divê Tehran rê bide kontrolên "ji nişka ve" yên çavdêrên navneteweyî jî.
Eger dan û standin di wê dema diyarkirî de (30 roj) bi bin bikevin, dê mafê Amerîkayê hebe ku careke din dorpêça deryayî bisepîne.
Her wiha di rewşeke wiha de Amerîka dikare careke din dest bi êrişa leşkerî bike.
Paşvekişîna Trump a ji êrişa leşkerî
Du berpirsên Amerîkayî eşkere kir ku sedema paşvekişîna Donald Trump a ji biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya li Tengava Hurmizê, hinek rûdan in.
Ev bipêşketin di dan û standinên nehênî de bi dest ketine.
Eger peyman were îmzekirin, gera nû ya dan û standinan li Îslamabad an jî Cenevreyê werin kirin.