Korya Başur û Bakûr dest bi diyalogê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend mehan ji nakokî û aloziya leşkerî, Korya Başur banga Korya Bakûr ya derbarê destpêkirina danûstanên fermî di navbera herdu aliyan de qebûl kir.
Li gor AFPê, Wezareta Yekîtiyê ya Korya Başûr di daxuyaniyekê de got: “Hikûmetê banga Korya Bakur a ji bo destpêkirina gotûbêjên fermî di navbera herdu aliyan de qebûl dike.”
Wezaretê bal kişand ku ew ê dem û cihê danûstanan piştre destnîşan bikin.
Di meha sibatê de, Korya Bakur sêyemîn rokêta xwe ya atomî ceriband. Ji ber vê yekê aloziya di navbera herdu Koryan de zêdetir bibû.
Encûmena Navdewletî ya Ewlekariyê, ji ber ceribandina wê rokêtê, sizayên nû li ser Byong Yangê sepandin.