Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeyê Hêza Esmaniya Amerîkayê general Mark Walsh ragihadn: "Ez nizanim Wezareta Parastina Amerîkayê li gor kîjan jêderî gotiye hejmara kuştiyên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji destpêka operasiyona hevpeymaniya navdewletî heta niha 10 hezar kes e."
Fermandeyê Hêza Esmaniya Amerîkayê got: "Ez bi hûrî nizanim hejmara 10 hezar kuştiyên DAIŞê ji kuderê hatiye. Em hemû şiyanên xwe bi kar tînin ji bo destnîşankirina wan xal û baregehên DAIŞê ku gerek bibin armanca êrişan."
General Mark Walsh herwiha dibêje: "Rêxistina DAIŞê hêj li ser erdê bandor bi ser pirsan de heye. Hêj dikarin pêşde biçin û bi rêya avê gefan bixwin. Eger em nekarin hemû wan tiştan bisekinînin, em serkefî nabin."
Ew daxuyaniya Fermandeyê Hêza Esmaniya Amerîkayê di demekê de ye, ku çend berpirsên pilebilind ên Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) dibêjin: "Pîlotên Hêza Esmaniya Amerîkayê û Hêza Deryayî ya wî welatî piştî hemû êrişên esmanî, hejmara kuştiyên DAIŞê dinirxînin û ew hejmara 10 hezar kuştiyên DAIŞî li gor wan nirxandinan hatiye."
Wezareta Parastina Amerîkayê çend roj berî niha agahiyek nû derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê de ragihand. Li gor wan aghaiyan, ji destpêka operasiyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê heta niha zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse