Rûsyayê bi dronan êrişî Ukraynayê kir: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Rûsyayê bi dronan êrişî Kîeva paytexta Ukraynayê kir û di êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko li ser hesabê xwe Telegramê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi dronan êrişî Kîevê kir.
Vitali Klitschko da zanîn ku li gorî agahiyên heyî, ji ber êrişê li taxên cuda yên Kîevê 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Li bajarê Lutskê 5 kes birîndar bûn
Ji aliyê din ve, Serokê Şaredariya Lutskê ya Ukraynayê Îgor Polişuk jî ragihand ku di êrişa bi dron û mûşekan de 5 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Asmanî yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê de jî hat destnîşankirin ku xetereya êrişên bi mûşek û dronan ên lu herêmên cuda yên welêt berdewam dike.