Kurdên Swêdê ji endambûna welatê xwe di NATOyê de nîgeran in
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Kurdî ya Çetir Mehdî Şiwanî ji wê yekê nîgeran e ku eger Swêd bibe endamê NATOyê, bikeve bin bandora wan biryarên ji aliyê Tirkiyê ve tên derxistin.
Serokê Federasyona Kurdî ya Çetir bi taybetî ji ber wan gefên Tirkiyê dilgiran e ku daxwaz dike kesên ser bi PKKê ve radestî Enqerê bên kirin.
Rêxistina Kurdî ya Çetir, ji 60 komeleyên bajarên cuda yên Swêdê pêk tê, armanca wê komkirin û nasandina Kurdên wî welatî ye bi neteweyên din.
Mehdî Şiwanî, Serokê Federasyona Kurdî ya Çetir dibêje, “Gelek kesên din ku min dîtine û hinek ji yên nav rêxistina me ku min dîtine, nerînên wan ên cuda hene, piraniya wan ditirsin, ew di wê baweriyê de ne ku îro rêkeftina Swêdê ligel Tirkiyê heye bi awayekî, her tiştekî li ser Facebooka xwe binivîsî, dibe Tirkiye daxwazê ji Swêdê bike te dîport bike, lê tişta baş a Swêdê, siyaseta Swêdê li gor yasayên Swêdê ye û yasayên Swêdê jî qet rê nadin dîportkirina welatiyên wê bo Tirkiyê yan her welatekî din. Ev tiştekî erênî ye.”
Îro her Kurdekî li Swêdê dibînî, eger ne li dijî be jî, bi dudilî berê xwe didin endambûna welatê xwe ya NATOyê.
Swêd 200 sal in bêalî ye, eger endambûna wê ji aliyê parlamentoyên 30 endamên NATOyê ve hat qebûlkirin, divê pêbendê maddeyên bingehîn ê wê hevpeymaniyê be.
Giringtirîn benda hevpeymaniya NATO jî ev e, “Êrîş bo ser her endamekî êrîş e bo ser hemûyan.”
Holer Husên, welatiyê Kurd ê li Swêdê dibêje, “Bi baweriya min ev tiştekî baş e. Divê em ji gefa Rûsyayê parastî bin lê li aliyekî din bo min wek Kurdekî aliyê xirab jî heye, ji ber hikûmeta Tirkiyê dibêje ku eger dixwazin bibin endamê NATOyê, divê hikûmeta Swêdê li vê derê dijî Kurdan raweste.”
Roja Sêşembê Swêd û Finlandayê protokola endambûna NATOyê îmze kirin û rasterast piştî merasîmê, Kanada bû yekem welat ku parlamentoya wê endambûna herdûyan qebûl kir.