Zelenskyy: Me û Amerîkayê li hev kir ku em hewlên ji bo dronan zêde bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku welatê wî û Amerîka gihiştine rêkeftineke nû ji bo ku ew hewlên xwe yên di warê dronan de "bi awayekî berbiçav" zêde bikin.
“Bi sed hezaran dron dê radestî Ukraynayê bên kirin”
Volodymyr Zelenskyy doh di peyameke vîdeoyî de eşkere kir ku Wezareta Parastinê ya Ukraynayê û yek ji kompanyayên "pêşeng" ên Amerîkayê vê hefteyê peymanek îmze kiriye û got:
"Li gorî vê peymanê, dê herî zû îsal bi sed hezaran dron bi mercên taybet radestî Ukraynayê bên kirin.
Sala bê ev hejmar dê hê zêdetir bibe."
Serokê Ukraynayê tekezî li ser girîngiya dronên nêçîrvan kir û wiha axivî, "Ev dronên rêgir jî di nav de ne ku bi zelalî pêşînehiya me ne."
“Gelekî bi berhem bû”
Zelenskyy derbarê pêwendiya xwe ya telefonî ya ku roja înê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk anîbû got:
"Ez dikarim bibêjim ku belkî ew pêwendiya herî başa a me ya heta niha bû, gelekî bi berhem bû."
Zelenskyy her wiha da zanîn ku di wê pêwendiyê de mijara sîstemên parastina asmanî jî hatiye gotûbêjkirin.