ROMANYA - Koçberekî Kurd ê 13 salî 2 meh in desteserkirî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Talib Husên Mihemedê 13 salî yê ji Silêmaniyê ku bi rêyên neyasayî gihiştiye Romanyayê nêzîkî 2 mehan e li bajarê Timișoarayê di navendeke çavdêriyê de tê ragirtin.

Rayedar ji ber temenê wî yê biçûk destûrê nadin ku ew were berdan, çimkî rewşa wî wekî “koçberê biçûk ê bêkes” tê nirxandin.

Talib Husên Mihemedê ku sala 2012an ji dayîk bûye û bi eslê xwe ji navçeya Raperînê ya Silêmaniyê ye û ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hinek koçberên din re hatibû girtin.

Ji bo vegerandinê dest bi pêwendiyan hatiye kirin

Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Îraqê Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand:

“Zarok nêzîkî 2 mehan e li navenda çavdêriyê tê ragirtin.

Li gorî yasayên Romanyayê, ne mimkun e ku zarokekî di bin 18 saliyê de bêyî serperiştekî yasayî were berdan.”

Emîn diyar kir ku ew bi Balyozxaneya Îraqê ya Bukreşê re, malbata zarok û rayedarên Romanyayê re di nava pêwendiyê de ne û got:

“Armanca me ew e ku em kar û barên yasayî yên pêwîst bilez temam bikin û vegera ewle ya Talib a ji bo malbata wî misoger bikin.”