Amerîka û Brîtanya ji Îranê daxwaz kirin vegere ser danûstendinên atomî

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Brîtanya daxwaz ji Serokkomarê nû yê Îranê, Îbrahîm Reîsî kirin ku di zûtirîn dem de vegere ser maseya danûstaninên etomî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, Ned Price di derbarê danûstendinan de dibêje “Derfeta dîplomasiyê bo hertim nîne û sînordar e.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Brîtanya, Domînîk Rob hişyarî da Îbrahîm Reîsî û got “Eger Reîsî riya tundrewiyê bigre berxwe, wê Komara Îslamiya Îranê ziyanê bibîne. Guhertina Serokkomar Deriyê nîv vekirî yê dîplomasiyê li hember Îranê dikare dikare bibe derfetek baş.”

Li aliyê din balyozxaneya Îranê li Brîtanya di twittekê de bersiv da Wezîrê Dervê yê Îranê û ragihand “Deriyê dîplomaisya Îranê girêdayî rêzgiritna aliyê beramber e.”

Herwiha nûneratiya Îranê dibêje “Ew mişterî û xulamê ti aktoreke cîhanî nînin.”

Îbrahîm Reîsî ku di hilbijartinên 13ê Hezîranê de wek 8emîn Serokomarê Îranê hatibû hilbijartin duh (05.08.2021) di merasîmekê de sonda yasayî xwar û bi fermî dest bi kar kir.

Îbrahîm Reîsî di merasîma destbikarbûnê gotarek pêşkşê kir û di gotara xwe de amaje bi sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê kir û pêwîst dît ku ew siza bên rakirin û amadebûna welatê xwe jî derbirî li her hewleke dîplomatîk di vê mijarê de.

Serokomarê nû yê Îranê behsa rêkeftina atomî ya li gel welatên Ewropî jî kir ku Amerîka bi awayekî yekalî jê vekişiyabû û di vê mijarê de jî Reîsî amadebûna welatê xwe bo diyalog û çareserkirina pirsgirêkan ragihand.