Li Amerîkayê êrişî baregeheke leşkerî hat kirin: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî eyaleta Georgiayê ya Amerîkayê ragihand, ji ber êrişa li Baregeha Leşkerî ya Fort Stewartê ya li başûrrojhilatê Georgiayê beşeke baregehê hatiye girtin û kuştî hene.

Baregeha leşkerî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ji ber êrişê li beşa Lîwaya Zirxî ya Duyemîn, beşeke baregehê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, baregeh saet 11:00an a bi dema Amerîkayê (18:00 bi dema Hewlêrê) hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku li baregehê êrişkarekî çekdar ê çalak heye.

Ji ber vê yekê, beşeke baregehê ji çûn û hatinê re hatiye girtin û hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di bûyerê de qurbanî hene û bûyer berdewam dike.”

Li ser hejmara mirî û birîndaran ti agahî nehatin dayîn.

Her wiha ji personelên ku nêzîkî cihê bûyerê ne hat xwestin ku ji cihên xwe dernekevin û hemû derî û pencereyên xwe girtî bihêlin.