Amerîkayê hişyarî da Îraqê: ‘Projeyasaya Heşda Şebiyê Îraqê dike peyka Îranê’

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê projeyasaya Heşda Şebiyê ya ku li benda dengdanê ye li Parlamentoya Îraqê, hişyariyeke tund da Bexdayê û da zanîn ku ew dê Îraqê “bike peyka Îranê” û serweriya Îraqê lawaz bike.

Washingtonê tekez kir ku yasayeke bi vî rengî bi temamî li dijî stratejiya Amerîkayê ya ji bo bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê ye.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî û helwesta Amerîkayê bi zimanekî zelal anî ziman û got:

“Amerîka bi tundî li dijî yasayên ku bi armancên me yên hevkariya ewlehiyê ya dualî re naguncin û li dijî bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên heyî yên Îraqê tevdigerin, derdikeve.

Em piştgiriyê nadin yasayeke ku dê Îraqê bike dewleteke peyk a Îranê, em piştgiriyê didin serweriya rastîn a Îraqê.”

Projeyasaya navborî piştî ku ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê ve hatibû qebûlkirin, ji parlamentoyê re hatibû şandin û xwendinên yekem û duyem temam bûbûn.

Ji bo ku projeyasaya ku parlamenterên Kurd û Sunî li dijî wê ne bibe yasa, tenê dengdana dawî maye.

Rayedarê Amerîkayî li ser pirseke derbarê cezayên muhtemel ên eger projeyasa were pesendkirin got ku “ew nakevin nav mijarên hîpotetîk” lê peyama ku Washington dê “li hemberî saziyên darayî yên ku xizmetê didin komên ku wekî terorîst hatine pênasekirin, tedbîrên pêwîst wergire” da.

Pêwendî di qonaxeke krîtîk de ne: Mîsyona leşkerî ya hevpeymaniyê bi dawî dibe

Ev hişyarî di demekê de tê ku mîsyona leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê li Îraqê dê Îlona îsal bi dawî bibe û pêwendî dê veguherin “hevbeşiyeke ewlehiyê ya dualî”.

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku ev guherîn nayê wateya ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞê bi temamî bi dawî bûye û hewlên sivîl ên hevpeymaniyê dê li seranserî cîhanê berdewam bikin.

Rayedar got, “Amerîka dê pêbendî hevkarên xwe yên li seranserî Îraqê be ku ji bo avakirina welatekî îstiqrar, federal û serwer dixebitin.”

Niha nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê û 900 jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Hêzên Amerîkayê sala 2014an li ser daxwaza alîkariyê ya hikûmeta Îraqê ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê çûbûn wî welatî.