Navenda Nûçeyan - Ji Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) hin milîtanên ku çekên xwe danîn bû, bona xwendina tipê çûn Kubayê.
Xebatên ji bona normalîzebûna jiyana gerîlayên FARCê yên ku çek berdabûn dewam dike.
Di çarçoveya peymana aştiyê de Kubaya ji bo hezar gerîlayên FARCê biryara alîkariyê perwerdeyê dabû. Li gor pilanê her sal 200 gerîla dê bona xwendinê biçin Kubayê. Kuba bursê dide xwendekaran. Par 189 gerîla çûbûn û îsal jî 196 xwendekar çûn Kubayê.
Pêşengê FARCê yê berê û Serokê Hêza Şoreşger ya Alternatîfa Civakî Rodrîgo Londono li Balafirgeha Bogota El Dorado daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: “Ez îro ji bo oxirkirina xwendekaran hatim vê derê û gelekî dilsoj bûm. Ev hemû bi saya peymana aştiyê çêdibe. Ev xwendekar wê bixwînin û rojekê vegerin û dê xizmeta Kolombiyayê bikin. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im."
Bernameya perwerdeyê li Kubayê dê heta sala 2022an dewam bike û ji bilî gerîlayan mexdûrên pevçûnan û hêzên ewlehiyê jî yên ku dixwazin dikarin ji bernameyê sûdê werbigrin.
Pevajoya berdana çekan ya rêxistinê û peymana aştiyê
Serokê Dewletê Juan Manuel Santos û lîderê FARCê Rodrigo Londono 24ê Mijdara 2016ê li paytext Bogotayê li Şanogeha Colonê peymana aştiyê îmza kiribûn û rêxistina FARCê wek partiyeke siyasî dest bi kar kiribû. Di encama peymana aştiyê de 12 hezar gerîla bêçek bûbûn û dest bi jiyana sivîl kiribû.
Piştî ku peyman li Meclisa Nûneran di 30ê Mijdarê de hat qebûlkirin û gerîla ji Sibata 2017an pê ve gihîştin cihê çekdanînê, aştî geriya rastiyê û îro li Kolombiyayê partiya bi navê Hêza Şoreşger a Civakê ya Alternatîf ket qada siyaseta welat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse