Rûsya ji geştyaran re bûye navendeke girîng: ‘Bajarên wan bi enerjî ne’
Moskow (Rûdaw) - Li gorî amarên hikûmeta Rûsyayê, di şeş mehên yekem ên sala 2025an de hejmara geştên navxwe li seranserî Rûsyayê gihîştiye 41,4 milyon geştyaran.
Ev rêje li gorî heman dema sala borî ji sedî 7 zêdetir e.
Herêmên ku herî zêde geştyar diçin serdana wan ev in: Moskow bi 6 milyon, Krasnodar bi 4,4 milyon, St. Petersburg bi 3,3 milyon, Komara Tataristanê bi 1,4 milyon, Kirim bi 1,1 milyon û Herêma Sverdlovskê bi 1 milyon geştyarî.
Yuliya Sverdîdivaya şêniya herêma Penzayê got:
“Ez ji bajarê Penzayê hatime. Bajarê min jî gelekî xweş e lê Moskow xweştir e.
Va ye, ez bi hevalê xwe re digerim û ew cihên xweş ên paytext nîşanî min dide. Ez kêfxweş im.”
Alîna Terexovaya şêniya herêma Murmanskê jî li ser geşta axivî û da zanîn:
“Çima em li Rûsyayê digerin? Ji ber ku hem bajarên wê hem jî xwezaya wê gelekî xweş in.
Em çûn serdana çend bajaran, em çûn Volgogradê, gelekî xweş e.
Em çûn Leningradê, li Mamayev Kurganê geriyan.
Xwaringeh gelek in û erzan in. Bi taybetî ji bo ciwanan gelekî guncav e.
Ji bo kesekî hefteyek nêzîkî 100 hezar ruble bes e.”
Sala borî li seranserî Rûsyayê di warê geştyariyê de saleke rekor bû û hejmara geştên navxwe û biyanî gihîşt 90 milyon geştiyaran û ev rêje li gorî sala 2021ê ji sedî 37 zêde bû.
Welatên ku herî zêde geştyar jê tên Rûsyayê ev in: Çîn, Erebistana Siûdî, Îran, Hindistan û Îmarata Erebî.
Seîd Esediyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku wî ji bo gerê berê xwe daye Moskowê got:
“Bi giştî geşta me ya ji Îranê heta Rûsyayê heft roj in.
Ji heft rojan, em çar rojan li St. Petersburgê man, sê şevan jî li Moskowê ne û sibe em dê vegerin malê.
Bihayê geşta me jî nêzîkî 2 hezar dolarî bû.”
“Bajarên wan bi enerjî ne”
Sîma Esediya xelka Rojhilatê Kurdistanê jî da zanîn:
“Welatekî pir avedan e, geşta me gelekî xweş derbas bû.
Bajarên wan bi rastî pir bi kelecan û bi enerjî ne.
Gera bi malbat û hevalan re gelekî xweş bû.”
Mihemedê xelkê Behreynê jî anî ziman:
“Em malbateke ji Behreynê ne. Cara yekem e ku em tên Rûsyayê.
Me xweşiya Moskowê bihîstibû.
Çand û dîroka wan pir dewlemend e. Loma em hatin ku em lê temaşe bikin û bibînin.
Welatekî ewle û xweş e. Xwezaya wê pir xweş e. Hewaya wê ya havînê gelekî xweş e.”
Yukiya ji Çînê jî da zanîn:
“Em ji Çînê ne. Em bi armanca geştyariyê hatine.
Em dê hîn çar rojan li vir bin, piştre em dê vegerin Çînê.
Welatekî pir xweş e û tiştê herî xweş jî hewaya wê ye. Li bajarê min vê gavê pir germ e.”
Li gorî pêşbîniyên analîstan, eger ev rewş wiha berdewam bike, dibe ku sala 2025an jî di warê hejmara geştên geştyariyê de li Rûsyayê bibe saleke rekor.
Hikûmet soz dide ku ew dê piştgiriya nûjenkirina binesaziyê û bipêşxistina herêman bidomîne da ku geştên li nav Rûsyayê rehettir û balkêştir bibin.