Bi sedan kes li ser Çiyayê Everestê asê man: Xebatên rizgarkirinê didomin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bahoza berfê ya dijwar a li newalên rojhilatê Çiyayê Everestê, xebatên rizgarkirina bi sedan kesên ku li kampan asê mane, didomin.

Li Herêma Otonom a Tîbetê ya Çînê ya 8 hezar û 848 metre bilind, xebatên ku doh ji bo rizgarkirina çiyagerên asê mane hatibûn destpêkirin, berdewam dikin.

Li gorî nûçeya BBCyê, tîmên rizgarkirinê li herêma Qudangê 350 kes gihandine cihekî ewle û bi 200 kesên din ên li ser çiyê re jî pêwendiyê danîne.

Çiyagerê 29 salî Geshuang Chenê ku bi tîmeke ji 10 kesan pêk tê hilkişiyabû Çiyayê Everestê diyar kir ku piştî bahozê bilindahiya berfê gihiştiye metreyekê û got:

"Em hemû çiyagerên bi tecrube ne lê dîsa jî rûbirûbûna bi bahoza berfê re gelekî zehmet bû. Ez gelekî bextewar bûm ku rizgar bûm."

Jineke ku hevjînê wê li ser çiyê asê maye da zanîn ku ji ber bahoza berfê rêya vegerê gelekî zehmet e û hevjînê wê hêdî hêdî dadikeve.

Wê jinê amaje bi wê yekê jî kir ku rewş ji bo tîmên rizgarkirinê jî ne hêsan e.

Hatibû ragihandin ku nêzîkî 1000 kesî li ser Çiyayê Everestê asê mane û hinek geştyar hatine rizgarkirin.

Her wiha hinek çiyageran jî ji ber hîpotermiyê (daketina germahiya laş) banga alîkariyê kiriye.

Li Çînê, ji ber lehiyan û karesatên ji ber Bahoza Matmoyê ku tê payîn bandorê li başûr û başûrrojavayê Çînê bike, alarm hatibû dayîn.

Li Nepalê jî ji ber baranên gur, hejmara kesên ku ji ber lehî, herifîna axê û birûskê mirine derketibû 39an.