Vî leşkerê amerîkî Osame Bin Ladin kuşt
Düsseldorf (Rûdaw) - Yekemîn car wêneyê leşkerê amerîkî yê ku Osame Bin Ladin kuştibû, tê eşkerekirin; navê wî Robert O'Neill e. Ew fermandarê tîma taybet ya artêşa amerîkî Navy Seals bû û kesê ku fîşeka kuştinê li serokê El Qaîde Osame Bin Ladin da.
Vê yekê malpera bi mijarên ewlekarî û operasyonên leşkerî mijûl ya bi navê “Sofrep“ îdia dike.
Li gor malpera Sofrepê, televîzyona amerîkî ya “Fox News” dokumentariyek (belgefîlm) li ser operasyona kuştina Osame Bin Ladin çêkiriye, navê wê belgefîlmê “The Man Who Killed Osama Bin Laden“ e û dê di 11 û 12ê vê mehê de bê weşandin.
Di dokumentariyê de behsa karê Robert O'Neill û tîma wî tê kirin ku çawa wan Osame Bin Ladin di 2ê Gulana 2011ê de li cihê ku xwe tê de veşartîbû, li Pakîstanê kuştiye.
Robert O'Neill di wê fîlmê de herwiha behsa perwerdeya xwe ji bo operasyonên taybet dike û çawa ji bo operasyona kuştina Bin Ladin bo Pakîstanê hatiye şandin.
Li gor malpera Sofrepê, Robert O'Neill heta niha di nava 16 salan de ji bo welatê xwe tevlî çar şeran bûye, herwiha di vê demê de tevlî bêtirî 400 operasyonên leşkerî bûye. Ji bo vê xebata xwe, ew bi 52 caran hatiye xelatkirin.
Sofrep herwiha diyar dike ku artêşa Amerîkayê ji belavkirina nehêniyên operasyonê ne kêfxweş e û tehdîda gavên hiqûqî dike.