Ewropayê biryara Turmp red kir
London (Rûdaw) – Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Şêwirmenda Alamanya Angela Merkel û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federika Mogherinî biryara Trump a derbarê Urşelîmê de red kirin û ragihandin, ku veguhastina balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê ji Tel Avivê bo Urşelîmê dê bibe sedema aloziyan. Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî got, ku ev biryar cihê mixabiniyê ye û daxwaza parastina aramiyê ji aliyan kir.
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand, ku divê desthilat û rêvebriya li Urşelîmê di navbera Felestîn û Îsraîlê de were dabeşkirin.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Ewropayê Federica Mogherinî jî ragihand, ew ji vê biryara Trump dilgiran in û got: Navçeyê pêwîstî bi aştiyê heye û em di vê baweriyê de ne ku ev yek dê bibe sedema aloziyan.
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî got: Em veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avivê ve bo Urşelîmê (Quds) red dikin û ew yek jî dê pirsgirêkan li herêmê zêdetir bike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî li hember biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Urşelîmê de bertek nîşan da û ragihand, ku ev biryar cihê mixabiniyê ye.
Macron di heman demê de daxwaza parastina aramiyê ji hemû aliyan û dûrketina ji tundûtîjiyê kir.
Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma