Ciwanê Kurd di warê hişê çêkirî de cîhanê matmayî dihêle

Dusseldorf (Rûdaw) - Nivar Hengaw Enwer Şêxanî yê 21 salî ku xelkê Hewlêrê ye û neviyê hunermendê koçkirî Enwer Şêxanî ye, li Brîtanyayê di demeke kurt de bû yek ji navên diyar ên warê Hişê Çêkirî (AI).

Nivarê ku bi gotina xwe rojane 15 saetan dixwend, di nava 3 salan de xwendina zanîngehê qedand.

Algorîtmaya mûzan û 10 milyon dolar

Yek ji karên herî diyar ên Nivar ê di dema xwendinê de ew bû ku wî bi dilxwazî algorîtmayek ji bo şîrketeke hilberîna mûzan a li Kosta Rîkayê amade kir.

Pirsgirêk ew bû ku karkeran nikarîbû bi hûrgilî kevana mûzan bipîvin da ku li gorî daxwaza supermarketên Brîtanî be û ev yek dibû sedema îsrafbûna rêjeyeke zêde ya berheman.

Algorîtmaya Nivar karî bi hûrgiliya ji sedî 99,9 û bi şaşiya tenê 0,1 mîlîmetreyan kevana mûzan bipîve.

Ev yek bû sedema vegerandina nêzîkî 10 milyon dolaran a salane.

Pêşbirka navneteweyî û bala şirketên teknolojiyê

Piştre, di pêşbirkeke navneteweyî de ku 45 welat û 100 zanîngehên navdar ên cîhanê (wekî MIT û Stanford) tê de beşdar bûn, Nivar bû duyem.

Vê serkeftinê bala veberhênerên mezin û şîrketên wekî Google û Hugging Faceyê kişand ser wî.

Nivar Şêxanî niha li şîrketa Hugging Faceyê kar dike.