Trump: Dan û standinên bi Îranê re gelekî baş bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dan û standinên nerasterast ên li Mesqeta paytexta Umanê wekî "gelekî baş" pênase kir.
Donald Trump diyar kir ku Îran ji bo peymaneke nû gelekî bi daxwaz e.
Trump dema ji Washingtonê ber bi Floridayê ve diçû, di balafira serokatiyê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
Wî kêfxweşiya xwe ya ji bo gera ewil a dan û standinan anî ziman û got:
"Me îro bi Rûsya û Ukraynayê re dan û standinên gelekî baş kirin.
Bi heman rengî me bi Îranê re jî dan û standinên gelekî baş kirin.
Wisa xuya dike ku Îran dixwaze peymanê bike û ji bo vê gelekî bi daxwaz e."
Hêza deryayî û hişyariya Trump
Trump hêza deryayî ya qerase ya ku şandiye herêmê bi bîr xist û anî ziman:
"Ew dê di demeke nêzîk de li wir be. Em dê bibînin ka dê encam çi be."
Trump destnîşan kir ku Amerîka dê gavên pêwîst biavêje lê leza wan nîne ku xwe bixin tengasiyê.
Trump bi bîr xist ku di mijara Venezuelayê de jî wan hinekî sebir kiribû û got:
"Wextê me gelek e. Em bi Îranê re dan û standinên gelekî baş dikin."
Trump hevdîtina şandeya Amerîkayê ya ku ji nûnerê taybet Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner pêk tê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî wekî hevdîtina "nûnerên bilind" bi nav kir û hişyarî da û got:
"Eger peyman çênebe dê encam gelekî giran bin.
Her kes kartên di destê xwe de dizane."
Trump tekez kir ku mercê wan ê sereke ew e ku Îran nebe xwediyê çekên nukleerî.
Piştî xwenîşandanên meha Kanûna Pêşîn ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, alozî di navbera Washington û Tehranê de zêde bûbû.
Trump ji bo piştgiriya xwenîşanderan gefa bikaranîna hêza leşkerî xwaribû.
Lê piştî ku birêvebiriya Tehranê biryarên darizandin û îdamkirina xwenîşanderan rawestand, dîplomasî ducare ket dewrê da ku nakokiyên li ser bernameya nukleerî û ewlehiya herêmê werin çareserkirin.
Tirkiyeyê pêşniyar kiribû ku civîn li Stenbolê were kirin lê bi daxwaza Îranê cihê civînê wekî Mesqet hat guhertin. Tê çaverêkirin ku her du alî hefteya bê careke din li hev rûnin.