Joseph Votel: Hejmarek serbazên Amerîkayê li Sûriyê dimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Joseph Votel dibêje ku divê civaka navdewletî biryar bide ku çawa li gel wan bi hezaran çekdar û malbatên wan serederî bike, ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatine desteserkirin.
Joseph Votel li Kongresa Amerîkayê di gotareke xwe de ragihand ku kontrolkirina deverên li jêr destê DAIŞê gelek giring e, lê hêj zû ye ku bibêjin ew rêxistin bidawî hatiye.
Votel diyar kir ku ew kesên ji Baxozê derdikevin pirsgirêkeke nû ye, ji ber ku hêj hizra radîkal di hişê wan de ye û dibe ku bibin metirsiyeke nû li ser asayîşa cîhanê.
Joseph Votel herwiha got: “Mijara wan çekdaran û malbatên wan, pirsgirêkeke cidî ye û eger bi awayekî birêkûpêk li gel wan serederî neyê kirin, dê tovên tunrewiyê yên siberojê biçînin.”
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Joseph Votel diyar kir: “Hejmarek serbazên me dê li Sûriyê bimînin ji bo pêşvebirina peywiran û parastina berjewendiyên me.”