Şaredarê Irpinê: Rûsyayê korîdora mirovî kir armanc

Hewlêr (Rûdaw) - Korîdoreke mirovî li bajarê Irpinê ku dikeve rojavayê Kyivê, roja Yekşembê ji aliyê Rûsyayê ve hat bombebarankirin û di encamê de malbatek bi du zarokan û çend sivîlên din ku hewl didan ji êrîşa Rûsyayê birevin, hatin kuştin.

Desthilatdarên Ukraynayê ragihandine, ku du topên hawanê yan topavêjê li xaleke pişkinînê ya li bajarokê Irpinê li bakurê rojavayê Kyivê ketin, ku di rojên dawî de bûye armanca topbarana tund ji aliyê artêşa Rûsyayê ve.

Şaredarê Irpinê Oleksandr Markushyn got ku 8 sivîl li seranserê navçeyê hatin kuştin, û medyayên navneteweyî dîmenên li ser xala kontrolê weşandin û ragihandin ku di dema derbasbûna sivîlan de gulleyeke topê ket.

Şaredarê Irpinê ragihandiye, hejmara qurbaniyên sivîl di encama êrîşên Rûsyayê de zêde dibe.

Ev êriş di demekê de ye ku xelkê sivîl hewil dida xwe ji gefên şer rizgar bike.

Birîndarekî bajarê Irpinê dibêje, “Cara yekê teqe ji esman ve kirin, ez reviyam, lê piştre teqe li otombîla min kirin. Ez bi malbata xwe re bûm.., em zindî ne.”

Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji destpêka şer ve 360 kesên sivîl li Ukraynayê hatine kuştin, lê hikûmeta Ukraynayê dibêje, hejmara sivîlên di êrîşên Rûsyayê de hatine kuştin zêdetirî 2 hezar kesan e.

Rêveberiya Leşkerî ya Herêmî ya Kyivê ji bo çareserkirina qeyrana mirovî ya ku zêde dibe, bang li rêxistinên navneteweyî dike.

Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Leşkerî ya Kyivê ragihand, “Bi hezaran kes ji ber şerê rasterast di nava tecrîdê de man û li hinek cihan jî 5-6 rojan bê elektrîk, av, xwarin, alîkariya tibî û debarê jiyana xwe didomînin. Di metirsiya rasterast de ne.”

Hêzên Rûsyayê êrîşên xwe bo ser bajarê Irpinê tundtir kirine û hewla kontrolkirina bajêr didin.

Niha berpirsên Ukraynayê ji her demê zêdetir metirsiya mezin hîs dikin.

Serokê Ukraynayê, Volodymyr Zelensky dibêje, “Em her roj dubare dikin, esmanê Ukraynayê ji mûşekên Rûsyayê re bigrin, ji hêza esmanî ya Rûsyayê re bigrin, ji hemû terorîstan re bigrin. Rêyeke esmanî ya mirovî pêk bînin, ku ji mûşek û bombeyên esmanî dûr be. Em xelk in û erka we ya mirovî ye xelkê biparêzin. Hûn dikarin bo parastina xelkê vî karî bikin.”

Rûsya dibêje wan jêrxana hêza esmanî ya Ukraynayê bi temamî rûxandiye, hişyariyê dide welatên cîran jî yên rê didin Ukraynayê ku esmanê welatê wan bikar bîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Îgor Konaşînkov dibêje, “Em baş dizanin ku firokeyên Ukraynayê li esmanê Romanya û welatên cîran difirin, me tekezî li ser wê rastiyê kir ku bikaranîna wan torên esmanî bo xizmetkirina firokeyên Ukraynî û bi taybetî li dijî artêşa Rûsyayê, em wiha hesab dikin ew welat jî beşdarî şer in.”

Şerê Ukrayna û Rûsyayê ketiye qonaxeke hestyar û çarenivîs diyarker, li Kyiv amdekariyên bo rûbirûbûna man û nemanê tên kirin.

Di heman demê de şer û pevçûn li bajarê Mariupol li başûrê rojhilatê Ukrayna, li bajarê Mykolaiv li bakurê rojhilatê bajarê Kherson berdewam e, herwiha Artêşa Rûsyayê xwe ji bo êrîşa li ser bajarê Odessa ku dikeve başûrê Ukraynayê amade dike.