TAYBET - Reza Asghari: Rejîma Îranê roj bi roj lawaztir dibe
Aborîzan û siyasetmedarê Îranî-Almanyayî Reza Asghariyê ku ji sala 2025an ve endamê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ye, li ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê daxuyaniyên girîng dan.
Asgarî diyar kir ku ew êrişên asmanî yên li ser Îranê wekî pêwîstiyekê dibîne û diyar kir ku rejîma Îranê roj bi roj lawaz dibe û got:
“Mirov dikare bibîne ew e ku rejîm roj bi roj lawaztir dibe. Her wiha Supaya Pasdaran roj bi roj şiyanên xwe yên leşkerî ji dest dide.”
Endamê Parlamentoya Almanyayê Reza Asghari bersiv da pirsên Rûdawê:
Rûdaw: Profesor Asghari, gelo hûn pêşbînî dikin ku Ewropa karibe piştgiriya mixalefetê bike û karibe rejîma Komara Îslamî biguhere?
Reza Asghari: Helbet di vê pirsê de divê em bibînin ku Ewropa bi giştî bi dehsalan ti carî nebûye aktorekî sereke. Ewropa niha di qonaxa Bİpêşxistina stratejiyên xwe yên parastin û ewlehiyê de ye. Heta niha serkêşiya cîhana rojavayî di destê Amerîkayê de bû. Ev demek e em dibînin ku Amerîka ne amade ye vê rola serkêşiyê ji bo me jî wergire.
Ev tê wê wateyê ku hêdî hêdî pêvajoyeke xwebirêvebirinê çêdibe lê ev dê dem bigire. Ji ber vê yekê, mirov nikare çaverê bike ku Ewropa ji nişka ve li vir bibe aktorekî sereke. Amerîka û Îsraîl aliyên sereke ne û ew li ser pêşhatên leşkerî yên vî şerî biryarê didin.
Bi nêrîna min ez dikarim bibêjim ku reva ji şer ne pêkan bû. Birêvebiriya Trump jî bi hefteyan bi rejîma Îranê re dan û standin kir û rejîm qet ne amade bû ku wekî mînak, li ser bernameya xwe ya mûşekî nîqaşan bike. Rejîmeke ku di çend rojan de zêdetirî 30 hezar xwenîşanderên aştîxwaz li welatê xwe qetil dike, helbet ne amade ye ti reforman bide destpêkirin. Her wiha heta ku ev makîneya kuştinê li holê be ti derfeta gel jî nîne ku daxwazên xwe yên rewa pêk bîne. Ji ber vê yekê, ez rast dibînim ku ev makîneya kuştinê bi rêya êrişên asmanî yên diyarkirî û rast ên Amerîka û Îsraîlê, gav bi gav tê tunekirin.
Rûdaw: Ango hûn piştgiriyê didin rûxandina rejîmê? Her wiha gelo planeke we ji bo paşeroja Îranê heye?
Reza Asghari: Ez nikarim li ser navê Almanyayê biaxivim. Wekî ku doh jî li vir di nîqaşan de hate diyarkirin, helbet xwestek ew e ku guherîna rejîmê pêk were. Ev yek cihê hêviyê ye. Divê em bibînin ka dê rûdan çi qasî ber bi vê yekê ve biçin.
Ez bi taybetî di destwerdana leşkerî ya li Îranê de derfetan dibînim û ez van êrişên asmanî wekî pêwîstiyekê dibînim. Wekî din em nikarin makîneya kuştinê ya Supaya Pasdaran li Îranê têk bibin.
Rûdaw: Ez dixwazim zanibim bê we ji bo paşeroja Îranê, ango ji bo piştî guherîna rejîmê çi plan amade kiriye?
Reza Asghari: Ez bawer dikim ku planeke wiha ya zelal qet nîne, li Amerîkayê jî nîne. Pêwîst e ku were amadekirin. Ji ber vê yekê roj û hefteyên pêşiya me gelekî girîng in.
Lê tiştê ku mirov dikare bibîne ew e ku rejîm roj bi roj lawaztir dibe. Her wiha Supaya Pasdaran roj bi roj şiyanên xwe yên leşkerî ji dest dide.
Rûdaw: Gelekî spas.
#VÎDEO - Parlamenterê Almanyayê Reza Asghari: Tê hêvîkirin ku rejîma Îranê were guhertin pic.twitter.com/2JYmy0UggW
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 7, 2026