Trump: Me hêza deryayî ya Îranê têk biriye û encam sosret in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrişên serbazî yên li ser Îranê encamên "sosret" dabûn û karîne di maweyê 3 rojan de hêza deryayî ya wî welatî bi temamî têk bibin.

Donald Trump piştî civîna li gel serokên Amerîkaya Latîn li klûba xwe ya golfê ya li Doral a nêzîkî Miyamiyê got, "Di maweyê 3 rojan de me 42 keştiyên hêza deryayî têk şikandine.

Ev dawiya hêza deryayî ya Îranê bû."

Serokê Amerîkayê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku wan hêza asmanî û sîstema peywendiyan a Îranê ji nav birine.

Trump got, Îran gelek nêzîkî bidestxistina çeka atomî bibû û eger êrişa "Çekûşê Nîveşevê" di hezîrana par de nekiribûna, niha dê Îran dê xwediyê bombeya atomê bûya.

Donald Trump got, "Me qenciyek li cîhanê kir."

Serokê Îranê lêborînê dixwaze

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ku niha endamê Encumena Serkirdayetiyê ya sê kesî ye piştî kuştina Elî Xamineyî di 28ê Sibatê de lêborîn ji welatên cîran xwest ji ber êrişan.

Pizîşkiyan got, "Ez bi navê xwe ji welatên cîran lêborînê dixwazim ku Îranê êrişî wan kiriye.

Bi ya min, divê em vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê çareser bikin."

Serokkomarê Îranê red kir ku ew serî ji daxwaza Trump a ji bo "xweradestkirina bêşert" bitewînin û got, "Ew xewnek e ku divê bibin gorê."

Ziyanên canî

Li gorî amarên fermî, heta niha:

Li Îranê: Bi kêmanî 1,230 kes hatine kuştin.

Li Libnanê: Zêdetir ji 200 kes hatine kuştin.

Li Îsraîlê: 11 kes hatine kuştin.

Amerîka: 6 serbaz hatine kuştin.

Êrişa ser Kendavê

Tevî daxwaza lêborînê ya Pizîşkiyan, êriş didomin:

Li Dubaiyê: Geştên asmanî hatin rawestandin û sîstema parastinê çalak bû.

Li Erebistana Siûdî: Êriş kirin ser navenda petrolê ya Şeybe û binkeya asmanî ya Şahzade Siltan.

Li Behreynê: Xelk ber bi stargehan ve reviyan.

Keştiyên Îranê

Wezîrê Derve yê Hindistanê ragihand, keştiyeke cengî ya Îranê (IRIS Lavan) li bendergeha Koçî rawestiya ye piştî ku rastî pirsgirêkê hatiye. Ev yek piştî wê tê ku jêrderyayiyeke Amerîkî keştiya (IRIS Dena) ya Îranî li nêzîkî Srî Lankayê noqî avê kir.

Her wiha keştiya (IRIS Bushehr) ji bo rizgarkirina 200 deryavanên xwe ji Srî Lankayê daxwaza aîlariyê kiriye