Aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de zêde dibe: Hêza kîjan welatî çi qas e?
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de zêde bû hêza leşkerî û kapasîteya çekên her du welatan bûye cihê mereqê.
Hindistanê, 6ê Gulanê bi armanca bersivdayîna êrişa ku 22yê Nîsanê li herêma Pahalgamê pêk hatibû û 26 kes tê de hatibûn kuştin, bi mûşekan êrişî axa Pakistanê û her wiha herêma Azad Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê de kir.
Artêşa Hindistanê ragihand ku wan bi awayekî serkeftî 9 armancên ku wekî "avahiyên terorê" bi nav kirin dane ber topan.
Lê birêvebiriya Îslamabadê daxuyand ku 6 xalên sivîlan hatine hedefgirtin û 8 kes mirine ku yek ji wan zarok e, 35 kes birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.
Berdevkê artêşa Pakistanê ragihand ku 5 balafirên şer û droneke Hindistanê hatine xistin.
Piştî bûyerên dawiyê yên li herêmê, hêzên leşkerî yên Hindistan û Pakistanê bûne mijara meraqê.
Hindistan xwedî yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê ye
Hindistan bi milyonek û 455 hezar leşkeran û milyonek û 155 hezar personelên yedek, xwedî yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê ye.
Pakistan ji bilî 660 hezar leşkeran xwedî 550 hezar hêzên leşkerî yên yedek e.
Pakistanê 498 balafirên şer hene
Li beramberî 2 hezar û 80 balafirên şer, 4 hezar û 201 tank, 16 binfirînên deryayî û 293 gemiyên Hindistanê, Pakistan bi 498 balafir, 2627 tank, 9 binfirînên deryayî û 121 gemiyan têdikoşe.
Pakistan li hemberî 2080 balafirên şer, 4 hezar û 201 tank, 16 keştiyên binerdî û 293 keştiyên Hindistanê, bi 498 balafir, 2 hezar û 627 tank, 9 keştiyên binerdî û 121 keştiyan têdikoşe.
Di hêza nukleerî de Pakistan serdest e
Di hêza nukleerî de, Hindistan xwedî 164 serê nukleerî ye, Pakistan jî xwedî 170 serê nukleerî ye.
Gelo artêşa Pakistanê an jî ya Hindistanê xurttir e?
Hindistan ji aliyê hejmara personel, hêzên hewayî û deryayî ve li ser Pakistanê ye.
Hindistana ku kapasîteya xwe ya leşkerî bi berdewamî zêde dike, di vî warî de di rewşeke avantaj de ye.
Pakistan, bi bergiriyên nukleerî û hevkariya leşkerî ya bi Çînê re, siyaseta xurtkirina serweriya xwe li herêmê berdewam dike.
Pakistan di warê parastinê de xwedî çekên nukleerî yên taktîkî ye.
Her du xwedî stratejiyên cuda yên leşkerî ne. Ji ber vê yekê, hêza serdest a li herêmê dem bi dem li gorî şêwe û mezinahiya pevçûnê diguhere.