Agirbesta ku Putin ragihandibû îşev dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatîfa Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo agirbesta sêrojî ya têkildarî 80emîn salvegera Serkeftina Rûsyayê dê îşev dest pê bike.
Li gorî Nûnera Fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova, 3ê Gulanê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi eşkereyî red kir ku piştgiriyê bide vê înîsiyatîfê û ev pêşniyar wekî "ne ciddî" bi nav kir.
Maria Zaxarova her wiha destnîşan kir ku Zelenskyy gef li beşdarên Merasîma Leşkerî ya Serkeftinê ya li Moskowê xwariye.
Çavkaniyên Rûsyayê ragihand ku artêşa Ukraynayê di dema agirbesta sê rojî ya ku ji aliyê Vladimir Putin ve hat ragihandin de li Moskowê provakasyonan plan dike.
Kremlînê jî ragihand ku 9ê Gulanê 29 lîderên dewletên biyanî dê beşdarî Merasîma Leşkerî ya Serkeftinê ya li Moskowê bibin.
Li gorî medyaya Rûsyayê, di bersiva provokasyonên 9ê Gulanê de dibe ku Kiyev ji hêla moşeka "Oreshnik"ê ve were xistin.
Her wiha hat ragihand ku ku Putîn ferman daye Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku li Kiyevê hedefên ji bo bikaranîna kompleksa Oreshnikê destnîşan bikin.
Lê belê, heta niha ti piştrastkirineke fermî ya vê agahiyê nîne.
Berê, sekreterê çapemeniyê yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku Rûsya mafê xwe diparêze ku di rewşa binpêkirina agirbestê de tedbîrên tolhildanê bigire.
Wî tekez kir ku pêşniyara Vladimir Putin hîn jî derbasdar e.
Artêşa Ukraynayê pêr bi zêdeyî 100 dronan êrişî Rûsyayê kir.
Ji ber êrişên hewayî balafirgehên Moskowê yên Vnukovo, Jukovsky, Domodedovo û Şeremetyevo ji bo ewlehiya geştên sivîlan bi demkî seferên xwe betal kirin.
5 Gulanê jî Artêşa Ukraynayê bi 123 dronan êrişî Rûsyayê kiribû.