Kurdên li diyasporayê ji bo perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerê
Almanya (Rûdaw) - Zimanê Kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê 14 sal in wekî keleha nasnameyê tê parastin, niha rûbirûyê metirsiyeke nû ye.
Guherînên siyasî yên li Sûriyeyê sîbera nezelaliyê dixin ser paşeroja perwerdeya Kurdî.
Li hemberî vê yekê Kurdên li Almanyayê û saziyên mafên mirovan ketin nava tevgerê.
Ew dixwazin bi her awayî destkeftiyên van 14 salan biparêzin û nehêlin di nav bazarên siyasî de winda bibin.
Bingeha guherîneke dîrokî
Ev 14 sal in li Rojavayê Kurdistanê, zimanê Kurdî bûye bingeha guherîneke dîrokî.
Li wir cara yekem, ziman ji paşguhkirinê derket û bû zimanê fermî yê perwerdeyê.
Ji pêşdibistanan heta zanîngehan, zarok fêrî zimanê dayîka xwe bûn.
Ev ne tenê pêvajoyeke perwerdeyê bû, di heman demê de vegerandina nasnameyeke desteserkirî bû.
Kurdên diyasporayê li hemberî metirsiyê dengê xwe bilind dikin
Lê niha, rewşeke siyasî ya nezelal sîbera xwe xistiye ser van destkeftiyan.
Bi guherîna hevsengiyan re, metirsiya kêmkirina rola zimanê Kurdî heye.
Tê pêşniyarkirin ku ji waneyeke bingehîn bibe waneyeke "vebijêrkî".
Vê metirsiyê, Kurdên diyasporayê yên li Almanyayê anîn zimên.
Civaka Kurd a Almanyayê bi Serokatiya Mehmet Tanriverdî, wekî pirekê bi hikûmeta Berlînê re dixebite da ku ziman û çanda Kurdî biparêze.
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî got:
“Bi herî kêm divê zimanê Kurdî li dibistanan şert be û di destûra Sûriyeyê de were binavkirin.
Em wekî Civaka Kurd a Almanyayê li diyasporayê dikarin li gel saziyên din ji Parlamentoya Ewropayê bixwazin ku ew di dan û stanên xwe yên li gel Sûriyeyê di vê daxwaza Kurdan de bibe alîkar.
Dema ku Yekîtiya Ewropayê 600 milyon dolar wekî alîkarî dide hikûmeta Sûriyeyê divê şertên hebin.
Divê hikûmet Sûriyeyê gavên refomê biavêje û yek ji wan a herî girîng nasname û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.”
Hawar Helpê mijara Kurdî bir navenda nîqaşên Almanyayê
Li aliyê din, Rêxistina Hawar Helpê bi rêya zextên medyayî û siyasî û lidarxistina xwenîşandanan, mijara zimanê Kurdî biriye navenda nîqaşên Almanyayê.
Armanca wan ew e ku rê li ber windabûna destkeftiyên dîrokî bigirin.
Damezirînera Hawar Helpê û Çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal li ser mijarê axivî û wê got:
"Em di wê baweriyê de ne ku di bin sîbera ala nû ya Sûriyeyê de, bi taybetî jî di bin desthilata şerîetê de, nasnameya Kurdî dê bi awayekî sîstematîk were veşartin û gav bi gav mafên Kurdan werin kêmkirin.
Em wekî rêxistin hewl didin dengê wan kesên ku dengê wan nehatiye bihîstin bigihînin.
Em bi taybetî balê dikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî pêkhateyan. Em nerazîbûnan tînin ber çavan."
"Em dixebitin da ku helwesteke wan a zelal hebe"
Duzen Tekkalê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên dîplomatîk û got:
"Di heman demê de, em dixebitin da ku bi berpirsên siyasî re, ji hikûmeta Almanyayê bigire heta asta Yekîtiya Ewropayê, bi awayekî berdewam biaxivin.
Em ji wan dixwazin ku li ser van binpêkirinên mafên mirovan helwesteke wan a zelal hebe."
Paşeroja zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê di nav hevsengiyên siyasî de ne diyar e.
Lê ji bo Kurdan tiştek eşkere ye: Ziman ne tenê amûreke axaftinê ye.
Ziman di heman demê de keleha mayînê û bingeha hebûn û têkoşînê ye.