Rûsyayê agirbest îlan kir û hişyarî da Ukraynayê
Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand ku di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê de dê di navbera 8 û 10ê Gulanê de li Ukraynayê agirbesteke demkî were ragihandin.
Birêvebiriya Moskowê eşkere kir ku dê di vê demê de hemû operasyonên leşkerî werin rawestandin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin agirbesteke demkî hatiye ragihandin.
Hat destnîşankirin ku ev agirbest ji ber salvegera 81emîn a serkeftina Yekîtiya Sovyetan a li dijî Almanyaya Nazî hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, ji 8ê Gulanê saet 00:00an heta 10ê Gulanê saet 23:59an bi dema Moskowê, hêzên Rûsyayê yên li Ukraynayê dê hemû çalakiyên xwe yên şer rawestînin.
Êrişên mûşek û dronan jî tên rawestandin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku dê di dema agirbestê de hêzên mûşekan, sîstemên topavêj û çekên hesas ên menzîldirêj ên deryayî û asmanî neyên bikaranîn.
Her wiha hat diyarkirin ku dê êrişên dronan ên li herêmên ku artêşa Ukraynayê lê bi cih bûye û binesaziya pîşesaziya leşkerî jî werin rawestandin.
Birêvebiriya Moskowê bangî Kyivê jî kir ku pêbendî agirbestê be.
Hişyariya bersivdayînê
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku eger artêşa Ukraynayê agirbestê bin pê bike yan jî hewl bide êrişî cihên niştecihbûnê û dezgehên Rûsyayê bike, Hêzên Çekdar ên Rûsyayê dê bersivê bidin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku eger birêvebiriya Kyivê pîrozbahiyên Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê yên li Moskowê bike armanc, artêşa Rûsyayê dê êrişeke mûşekî ya dijwar bibe ser navenda Kyivê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bangî sivîlên ku li Kyivê dijîn û xebatkarên nûnertiyên dîplomatîk ên biyanî jî kir ku "di dema xwe de ji bajêr derkevin."