Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di medyaya cîhanê de bi vî rengî hatiye dayîn:
Rojnameya îsraîlî ya Jerusalem Post:
Encamên hilbijartinan çi bin herî zêde pêgeha Erdogan dikeve metirsiyê…
HDP kabûsa Erdogan e.
Rojnameya Telegraph:
Lawazbûna aborî û zêdebûna alîgirên HDPê, gefê li desthilata 13 salî ya AKPê dixwe…
AKP bi ser dikeve, lê daxwaza guherandina destûrê bo danîna sîstema serokatiyê mîna xewnekê dimîne…
Rojnameya Washington Post:
Hilbijartinên Tirkiyê referandomeke siyasî ye
Hêza HDPê ya derbaskirina benda hilbijartinê xuya dike
BBC:
Eger HDP derbasî parlamentoyê bibe kursiyên AKPê dê kêm bibin
Erdogan ji bo danîna sîstema serokatiyê li Tirkiyê pêwîstî bi piraniya kursiyên parlamentoyê ye.
Wall Street Journal:
Hilbijartin dikare Tirkiyê biguherîne
Erdogan desthilateke zêdetir dixwaze, lê HDP li ser rêya wî rawestiyaye
Financial Times:
Sîstema serokatiyê Erdogan dike serkirdê herî bihêz di dîroka nû ya Tirkiyê de
Reuters:
Hilbijartinên Tirkiyê desthilatên Erdogan destnîşan dike
Die Welt:
Pirsa sereke ya hilbijartinên Tirkiyê ew e ku gelo HDP dikare benda hilbijartinan derbas bike yan na?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse