Skotland: Geştek bo nav mala dayîka Donald Trump

Hewlêr (Rûdaw) – Mala Dayika Serokê Amerîkayê, li bajarokê Stornoway yê Skotlandayê ye û Donald Trump ji bo bîranîna dayîk û mala bapîrê xwe, li vî cihî yarîgeheke taybet bi Golfê çêkiriye.

 

Dîmenekî esmanî yê bajarokê Stornoway li Grava Isle of Lewis a Skotlandayê, ev tablo jî rêya Taxa Tong nîşan dide. Xaniyek li gor dîzayna qedîm a klasîkî ya Skotlandiyan bi reng û rûyê serdemê, maye.

 

Di vî malê de, Mary Anne Trump a dayîka Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji dayîk bûye, mezin bûye û jiya ye. John Cunningham, rapornivîsê nav Dêra Mezin a Stornowayê ye û zanyarî li ba wî ne.

 

Rapornivîsê Nav Dêra Mezin a Stornowayê, John Cunningham derbarê dayika Donald Trump de dibêje: “Mary Anne MacLeod di sala 1912an de ji dayîk bûye û anîne vê dêrê. Ew ji gundê Tongê hatiye ku nêzîkê 6 kîlometreyan dûrî Stornowayê ye. Malbata Mary hemû rojên Şemiyê ew rê didan ber xwe daku bigihin vê dêrê.”

 

Trump bo bîranîna dayîk û mala bapîrê xwe, li vî cihî yarîgeheke taybet bi Golfê çêkiriye. Ev peykerê xanimeke Skotlandî ye ku masiyek di destê wê de ye. Bazirganiya bi masiyan beşekî zêde ji jiyana Skotlandiyan pêk tîne, herwiha pez û mî û ajeldarî.

 

Bavê vî zilamî, James Maciver ku akinciyê Stornowayê ye, hevtemenê dayîka Trump bûye û li heman cih û serdemê de jiya ne.

 

James Maciver dibêje: “Bavê min sala 1914an ji dayîk bûye. Ew çend sal berî koçkirina Mary Anne û malbata wê bû bo Amerîkayê. Bavê min qala wê yekê ji min re dikir ka çawa Mary Anne li Amerîkayê jiyana hevjîniyê pêkaniye. Herwiha behs dikir ka çawa di dema krîzên aborî de ev grav bicîh hiştiye û li wê derê jiyaneke baştir dabînkiriye.”

 

Di Temûza 2018an de, Trump û Melania ya hevjîna xwe, serdana Skotlandê kirin û beşek ji Skotlandiyan ku dijî polîtîkayên wî ne, bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li beramber serdanê anîn ziman.