Li Almanyayê otomobîlekê da nav xelkê: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Passau yê eyaleta Bavyerayê ya Almanyayê, şofêrekî bi otomobîla xwe da nav xelkê û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Bûyer li başûrê stasyona trênê ya sereke ya Passau qewimî.

Polîsên bajêr derbarê bûyerê daxuyanî da û ragihand ku otomobîleke bi marka Mercedes ji nişka ve daye nava girseya xelkê.

Li gorî daxuyaniyê şoferê 48 salî li cihê bûyerê hatiye desteserkirin û di nav birîndaran de hevjîna wî ya 38 salî û keça wî ya 5 salî jî hene.

Polîsên bajêr diyar kir ku tîmên tenduristiyê herî kêm 5 kes veguhastine nexweşxaneyê û rewşa 3 kesan giran e.

Sedema bûyerê hîn zelal nebûye û lêpirsîn bi awayekî berfireh berdewam dike.