Pentagonê bo Rûdawê: Em derbarê êrişa ser Hewlêrê lêkolînan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagonê ya bo Karûbarên Rojhilata Navîn ji Rûdawê re ragihand, ew agadarî êrîşa li ser Hewlêrê ne û lêkolînan dikin.
Jessica McNulty, Berdevka Pentagonê bi rêya emailê ji Rûdawê re ragihand: “Em agahdarî wan êrişan in ku li derdora Hewlêrê li dijî amerîkiyan hatiye kirin. Di vê demê de li gor zanyariyên me yên destpêkê, ti zirarek negihîştiye avahiyê û ti kesî.”
Jessica McNulty herwiha got: “Heta niha em lêklînan dikin. Paşê Berdevkê Hevpeymaniyê dê zanyariyên zêdetir ragihîne.”
Şeva Sêşemê derengiya şevê êrişek bo ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pêk anîn.
Piştî êrişê, hêzên ewlekariyê li derdora firokexaneyê tedbîrên ewehiyê tund kirin.
Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, êriş di demjimêr 23:30 de bi “dorna bombekirî” hatiye encamdan.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê Wayne Maroto li ser twitterê ragihand, di êrîşa Hewlêrê de, yek dron hatiye bikaranîn.
Wayne Maroto amaje bi wê yekê da, balefireke bê pîlot li bingeha serbazî ya Hewlêrê ketiye, ti kesek nehatiye kuştin û birîndar jî nînin.
Matoto wiha gotiye: “Li gor raportên destpêkê, nêzîkî demjimêr 23:15 şev, firokeyeke bê firokevan li ber binkeya serbazî ya Hewlêrê li Iraqê ketiye. Di vê demê de raportên destpêkê amaje bi ti birîndar, kuştin yan zirarê nakin.”
Rêveberiya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê jî têkildarî êrişê ji Rûdawê re ragihand, çalakiyên firokexaneyê nehatine rawestandin û geştên esmanî yên li firokexaneyê weke berê normal berdewam in.