Serokê Mala Êzidiyan li Oldenburgê: Hawara me Kurd û Kurdistan e
Oldenburg (Rûdaw) - Kurdên Êzidî di salvegera êrîşên DAIŞê bo ser Şingalê de, ku îsal şeşemîn sal di ser re derbas dibe, bi serdana hevbawerên xwe yên koçkirî destpê dikin û serdana goristanan dikin. Li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê jî Kurdên Êzidî di şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de, serdana goristaneke xwe kirin û Serokê Mala Êzidiyan li vî bajarî dibêje, “hawara me Kurd û Kurdistanê ye, tiştek bo me nemaye.”
Kurdên Êzidî yên li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê li gel dostên xwe yên Alman ên ji hikûmeta xwecihî û herêmî qurbaniyên wê rojê bi bîr tînin.
Semîra Mîrza Silo keçeke rizgarbûyî ya ji destê DAIŞê di merasima bajarê Oldenburgê de amade ye û bi zimanê Almanî çîroka xwe ya tejî trajediya û dema dîl dikeve destê DAIŞê vedigêre. Ew dixwaze cîhan êşa wê û hemû wan çek û jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞê de fêm bike.
Semîra ragihand: “Piştî çend heftiyan em ji Mûsil derketin û me birine Reqayê li Sûriyê. Bo cara yekê di temenê xwe yê biçûk de ez neçar bûm bi çavên xwe bibînim ku mirov weke keresteyekê bin û dikarin di bazarekê de bêne firotin. Em nêzîkî 50 keçên genc bûn û li kêleka hev rawestiyabûn û bê ageh li benda bikirê xwe bûn. Zilamekî hemû cilên wî reş û kumekî reş li ser serê wî bû û hate pêş û 7 jin ji xwe re hilbijartin û ez jî di nav wan de.”
Parlamentereka Herêma Nedrazaksen a Almanyayê di merasima bîranîna qurbaniyên Kurdên Êzidî de beşdar e. Hanna Naber rexneyan li welatê xwe digire û dibêje, Almanya dikarîbû zêdetir alîkariya xelkê bê care yê Şingalê bike û lidarxistina merasima salvegera êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê bi hebûna paşerojeke silamet bo Êzidiyan li Almanyayê girê dide.
Hanna Naber dibêje: “Bi giştî bo min ya giring ev e ku pêwîst e em zêdetir ji bo bîranîna komkujiya Êzidiyan bikin jibo ku ew Êzidiyên dixwazin li vê derê jiyan û paşerojekê ji xwe re ava bikin, asoyeke plankirî hebe, wate mafekî baş û misoger ê mana li vir bi wan bê dan.”
Serokê Mala Êzidiyan li Oldenburgê, Şehab Dag kesayetiyekî naskirî ye û bêrawestan di navendên siyasî yên Almanya de hewl dide, alîkariyan ji xelkê Şingalê re peyda bike.
Şehab Dag hikûmeta Almanya, Iraq û Herêma Kurdistanê dike û dibêje, hinek aliyan soz dane Kurdên Êzidî lê sozên xwe neanîne cih.
Serokê Mala Êzidiyan li Oldenburgê gotina xwe arasteyî Kurd û Kurdistanê dike û dibêje: “Hawara me Kurd û Kurdistan e, em bêjin û nebêjin. Ka serokomarê Iraqê Kurd e, bila kerem bike û tiştekî bike jibona me. Kêr gihaye hestî, tiştek nemaye, yanî ew ferman dê heta kengî (berdewam be), li hêviya wê yekê ne, wa Tirkiye jî bombebaranan dike û careke din ferman berdewam bike, ez dibînim di wê derê de kêmanî hene.”
Mala Êzidiyan li Oldenburgê kevntirîn navenda komkirin û sîwana parastin û berdewamiya Êzidatiyê ye li Almanya û berdewam alîkar bûye jibo xelkên Êzidî yên li Almanya û yên li Kurdistanê.