Marco Rubio: Dibe ku di rojên pêş de Trump û Putin biaxivin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku dibe ku Serok Donald Trump di rojên pêş de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biaxive.
Rubio eşkere kir ku hevdîtineke bi wî rengî niha di bernameyê de nîne.
Rubio di hevpeyvîna bi FOX Businessê re li ser pirsa "Gelo dê Trump di saetên pêş de bi Putin re bipeyive?" got, "Dibe ku di nava çend rojên pêş de çêbibe lê di vê demê de ti tişt nehatiye plankirin."
Wî anî ziman ku hevdîtinên dawî yên di navbera Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û rayedarên Rûsyayê de alîkarî kirine ku daxwazên Moskowê zelal bibin û wiha got: “Dibe ku ne ew tişt be ku Ukrayna karibe qebûl bike lê bi kêmanî nexşeyekê dide ber destê me ku em li ser bixebitin.”
Rubio destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina şer pêwîstî bi hevdîtineke Trump û Putin heye û got, "Ez bawer dikim ku ji bo bidawîanîna vî şerî dê hevdîtineke bi vî rengî hewce bike."
Trump doh dabû zanîn ku Nûnerê wî yê Taybet Steve Witkoff bi Putin re civîneke “gelekî berhemdar” pêk aniye û li ser platforma xwe ya Truth Socialê wiha nivîsandibû:
“Pêşketineke mezin çêbû! Her kes dipejirîne ku divê ev şer bi dawî bibe û em dê di roj û hefteyên pêş de ji bo vê yekê bixebitin.”
Witkoff roja çarşemê gihiştibû Moskowê û ev ziyaret ji destpêka salê ve ziyareta wî ya pêncemîn a Rûsyayê bû. Wî herî dawî 25ê Nîsanê bi Putin re hevdîtin kiribû.
Serdan du roj berî mohleta 10 rojan a Trump a ji bo ku Rûsya bi Ukraynayê re bigihîje peymana agirbestê pêk hat.
NYT: Trump û Putin dê hefteya bê bicivin
Li aliyê din, li gorî nûçeyeke New York Timesê ku xwe dispêre 2 çavkaniyên cuda, Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku hefteya bê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Şêwirmendê Kremlînê jî ragihand ku di navbera her du aliyan de li ser Ukraynayê "sînyal" hatine dayin û wergirtin.
Şêwirmendê Polîtîkaya Derve yê Kremlînê Yuriy Uşakov, hevdîtina di navbera Vladimir Putin û Steve Witkoff axivî.
Uşakov da zanîn ku hevdîtina li ser Ukraynayê "sûdmend û avaker" bûye û got, "Derbarê mijara Ukraynayê de me hin sînyal dan. Ji Trump jî sînyalên pêwendîdar hatin wergirtin."
Uşakov bal kişand ser girîngiya hevdîtina ku nêzîkî 3 saetan berdewam kir û wiha axivî:
"Hevdîtin têra xwe sûdmend û avaker bû. Di hevdîtinê de bi taybetî krîza Ukraynayê û perspektîfên li ser pêşxistina hevkariyeke stratejîk a muhtemel a di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatin nirxandin."