Rapora ARDyê: Gurên Boz li mizgeftan îdeolojiya tundrew fêrî zarokan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke kanala Almanî ARDyê, rêxistina Tirk a rastgir a tundrew a bi navê “Gurên Boz” (Ülkücüler) bi awayekî sîstematîk îdeolojiya xwe di mizgeft û dibistanan de fêrî zarok û ciwanan dike.

Ajansa Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê jî radigihîne ku Gurên Boz bi 12 hezar û 900 endaman yek ji mezintirîn rêxistinên rastgir ên tundrew e û bi awayekî eşkere dijminatiya Kurd, Ermenî û Cihûyên li Almanyayê dike.

Kanala ARDyê ya Almanyayê, di bernemaya xwe ya bi navê "ARD-Story" de ku di 5ê Tebaxa 2025an hat weşandin, encamên lêkolîna xwe ya li ser tevgera Gurên Boz belav kir.

Li gorî pênaseya Îstixbarata Almanyayê, îdeolojiya Gurên Boz di nîveka sedsala 20an de li ser bingeha "bîranînên erênî yên Împaratoriya Osmanî", neteweperestî, dij-Cihûtî û nijadperestiyê ava bûye.

"Mizgeft wekî navendên bangeşeyê tên bikaranîn"

Kanala ARDyê bi kamerayên veşartî eşkere kiriye ku Gurên Boz di mizgeft û komeleyên xwe de îdeolojiya xwe ya tundrew belav dikin.

Li gorî ARDyê, li bajarê Duisburgê rêxistin bi awayekî çalak bangeşeyê ji bo nêzîkî 90 zarok û ciwanan dike û li ser dîwaran wêne û sembolên damezrînerê Gurên Boz Alparslan Turkeş hatine daliqandin.

Pisporê siyasî Ismaîl Kupelî ji heman kanalê re got, "Ji ber sembolên guran diyar e ku ev dibistaneke rastgir a tundrew e."

Karmendeke rêxistinê jî li ber kameraya veşartî ji ARDyê re diyar kiriye ku ji bilî dersên Îslamî, ew fêrî sembol û nirxên neteweyî jî dibin.

Li Frankfurtê jî, di ahengeke “Federasyona Tirkî” de ku dawiya sala 2024an ji bo 100 saliya damezirandina Komara Tirkiyeyê hatibû lidarxistin, ji bo zarokan pirsên derbarê Gurên Boz û Alparslan Turkeş hatibûn amadekirin.

Tundûtûjiya rêxistinî ya Gurên Bozê

ARDyê her wiha amaje bi tundûtûjiya rêxistinî ya Gurên Boz jî kir û ragihand ku ew "ne tenê bi îdeolojiyê, belkî bi awayekî tundûtûjî jî" tevdigerin.

Li gorî ARDyê, endamên Gurên Boz di komên wekî “Osmanen Germania” de jî cîh digirin ku ew kom sala 2018an ji ber "tawanên rêxistinî" hatibû qedexekirin.

Her wiha ARDyê amaje pê dike ku rêxistineke nû ya bi navê "Turan e.V." tê damezirandin û li seranserî Almanyayê "bi rêya online" û bi awayekî "şerkerane" hewl dide bandorê li zarok û ciwanan bike.

Gurên Boz li Fransa û Nemsayê (Awisturyayê) hatine qedexekirin.

Her çend Ajansa Îstixbarata Navxweyî ya Almanyayê çavdêriya rêxistinê dike jî, Berlînê heta niha ji bo qedexekirina wê rêxistinê ti pêngav neavêtiye.