3 welatên YEyê: Peymana gumrikê ji aloziyan baştir e
Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Karên Derve yên Belçîka, Holenda û Lîtvanyayê li ser peymana gumrikê ya bi Amerîkayê re ji Rûdawê re axivîn.
Berpirsên her sê welatan ragihand ku her çend peyman ne îdeal be jî, ji bo aramiyê girîng e û ji zêdebûna aloziyan baştir e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, 27ê Tîrmeha 2025an, li bajarê Turnberry yê Skotlandê civiyabûn û peymanek îmze kiribûn.
Li gorî peymanê, Amerîka dê ji sedî 15 baca gumrikê li ser hawirdeya Yekîtiya Ewropayê (YE) bisepîne û welatên YEyê jî dê bi bihayê 600 milyar dolarî li Amerîkayê hilberînê bikin.
Piştî civînê her du lîderan eşkere kir ku peyman ji bo her kesî baş e.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya e -mailê nêrîna bersiva wezaretên karên derve yên her sê welatan wergirt.
Belçîka: Peyman baş e lê ne hêjayî pîrozbahiyê ye
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê Florinda Balici ragihand ku peyman dibe sedema aramiyê lê divê ji bo hûrgiliyan gotûbêjên zêdetir bên kirin û got, “Sepandina ji sedî 15ê rêjeyeke pir bilind e û em dizanin ku ew dê zextê li pîşesaziya me bike.”
Holenda: Zêdebûna aloziyan ne di berjewendiya kesî de ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Holendayê Jesper Dekker jî tekez kir ku peyman dê bibe sedema aramiyê û got, “Hevpariyeke bazirganî ya bihêz a di navbera YE û Amerîkayê de pir girîng e.”
Dekker da zanîn ku her çend peyman ji daxwazên wan dûr be jî, zêdebûna aloziyan ne di berjewendiya kesî de ye û hêvî kir ku ev bibe bingeheke baş ji bo pêwendiyeke bazirganî ya aram.
Lîtvanya: Peyman ewlehiya enerjiyê xurt dike
Wezareta Karên Derve ya Lîtvanyayê jî ji Rûdawê re got, “Bi giştî, hebûna peymanekê ji zêdebûna aloziyan û şerekî bazirganî baştir e.”
Lîtvanyayê bal kişand ser sûdên peymanê û bi taybetî kirîna berhemên enerjiyê yên Amerîkayê û got, “Cîgirtina çavkaniyên Rûsyayê bi welatekî hevpeyman re ne tenê ewlehiya enerjiyê ya Ewropayê xurt dike, di heman demê de şiyana Rûsyayê ya ji bo domandina şerê li dijî Ukraynayê jî sînordar dike.”
Li gorî medyaya Amerîkayê, sala borî qebareya bazirganiyê ya di navbera YE û Amerîkayê de 976 milyar dolar bû ku 606 milyar dolar jê hinardeya YEyê ya ji bo Amerîkayê bû.