Trump bi awayekî fermî namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê

Hewlêr (Rûdaw) - Kamboçyayê ragihand ku ji ber keda wî ya di peymana agirbestê de ya ji bo bidawîanîna şer û pevçûnên sînorî yên bi Taylandê re, wan Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzed kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Ragihandinê ya Kamboçyayê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet nameya fermî ya namzediya Donald Trump ji bo Xelata Aştiyê pêşkêşî Komîteya Nobelê ya Norweçê kiriye.

Di nameyê de hat gotin ku Hun Manet serbilindiyeke mezin hîs dike ku ji ber keda wî ya di pêkanîna aştiya cîhanê de Trump ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzed kiriye.

Her wiha di nameyê de hat destnîşankirin ku ev namzedî di heman demê de nîşaneya minetdariya ji dil a gelê Kamboçyayê ye ji bo rola Trump a di bidawîanîna şer û pevçûnên sînorî yên di navbera her du welatan de ye.

Hat gotin ku Serokê Amerîkayê bi “dîplomasiya xwe ya dûrbîn û nûjen” pêşî li şer û pevçûnên muhtemel girtiye.

Di nameyê de her wiha hat tekezkirin ku hewlên domdar ên Trump ên ji bo kêmkirina aloziyê li herêmên bi nakok ên cîhanê, bi vîzyona Nobelê ya “rûmetdarkirina kesên ku kedeke awarte didin biratiya navneteweyî û bipêşxistina aştiyê” re li hev dikin.

Pakistanê jî ji ber “rola dîplomatîk û serokatiya” wî ya di krîza dawî ya bi Hindistanê re de Trump ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzed kiribû.