Almanya gefa sepandina cezayan bi ser Rûsyayê de dike

Moskow (Rûdaw) - Jehrîkirina Serkirdeyê opozisyona Rûsya Aleksey Navalni bûye sedem ku têkiliyên Almanya û Rûsyayê aloz bibin, Almanya gefa sepandina cezayan dike, lê beşek ji partiyên Almanyayê daxwazê dikin ku projeya Nord-Streem ku taybet e bi veguhestina gaza Rûsyayê bo Ewropa bê rawestandin.

Kremlîn daxuyaniya Serokwezîra Almanyayê red dike, ku gotibû siyasetmedarê Rûs Aleksey Navalni bi madeya `Novîçok` hatiye jehrîkirin. Di heman demê de jî Moskow li benda wê ye ku piştî daxuyaniya Merkel Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê dê sizayên nû li dijî Rûsyayê bisepînin.

Rêveberya Partiya Lîberteriyan, ku Aleksey Navalnî  weke lîderê xwe qebûl dike, ti guman pê nîne ku lîderê wan hatiye jehrîkirin. Lê ew bawer nakin, ku sizayên dewletên Rojavayî li ser Rûsyayê wê cidî bin.

Enedamê Rêveberiya Partiya Lîbertarian Igor Romanov  dibêje: “Eşkereye ku jehrîkirina Navalnî dê karvedaneke xwe ya navneteweyî hebin.  Dibe ku sizayên nû, paketeke nû ya aborî jî bêne sepandin. Bê guman, bûyera jehrîkirinê bandorekî neyînî li ser otorîteya navneteweyî ya Rûsyayê kiriye. Lê bûbûya bêaqilî, eger mirov li bendê be ku sivê Almanya, an jî Yekîtiya Ewrûpa peywendiyên xwe yên aborî bi Rûsyayê re bibirin. Ji ber ku peywendiyên wan ên siyasî pir xurtin û ti gihertinên cidî wê tunebin. Lê hin sizayê biçûk ên aborî bibe ku hebin.”

Bazar, bi kevneşopî ji sizayên li dijî sektorekî aboriya Rûsî ditirse, wekî ku di salên 2014-2015-an de rû da bû. Lewma jî, nûçeya peydakirina jehra `Novîçok` a di laşê Navalnî de, di serî de karîgerî li xeleka herî lewaz a bazara Rûsyayê  an ku Rûbleyê kir.

Hin pisporên darayî, nikarin pêşbîniya  sînorên daketina nirxa Rûbleyê a bikin. Lewre, hêj zelal nîne, ka siza li dijî Rûsyayê bên sepandin an na, yan jî ka ewê dê sizayên çawa bin.

Analîstê Navenda Darayî Fînamê Yaroslav Kabakov  jî got: “Bi nêrîna min eger di hilbijarinên Amerîkî de Jeo Biden serbikeve, em dê  sizayên hîn girantir bibînin û jê re hincetên hîn zêdetir dê peyda bikin. Hinge dê Navalnî weke kesayet, weke hinceteke pir biçûk xuya bike. Lewma jî bi nêrîna min,  refleksa rûblê ne ewqas jî biliond bûye.”

Vê gave, ji bilî mijara jehrîkirina Navalnî, paketeke nû ya sizayên Amerîkî yên li dijî projeya Nord Stream-2 jî di rojevê de ye û di van mercan de veberderên biyanî pişkên xwe yên li Rûsyayê difroşin û dikin dolar û derdixînin derve. Lewma jî çavdêr dibêjin, nirxa dolarê ta dawiya salê her wê bigihlje 80 Rûbleyê, heta eger sizayên nû tunebin jî.