Li Pakistanê erdhej: 20 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Belûçistan a Pakistanê, erdhejek bi hêza 5,9 Rîxter çê bû û li gor zanyariyên destpêkê di encama erdhejê de 20 kesan canê xwe ji dest dane ku 6 jê zarok in û zêdeyî 300 kesan birîndar bûne.
Navenda Çavdêriya Sîsmîk ya Neteweyî ya Pakistanê (NSMC) ragihand ku navenda erdhejê nêzîkî herêma Harnaiyê ye û bi hêza 5,9 Rîxter 15 kîlometre di binê erdê de çêbûye.
NSMCyê da xuyand ku erdhej di saet 03.20an de çêbû, li Ketta, Sîbbî, Pîşîn û Çamanê jî bi erdhejê hesiyan.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî di erdhejê de jê 6 zarok 20 kes mirin û ji 300 kesan zêdetir jî birîndar bûn.
Gelek avahiyan zirar dît û li hin herêman hezaz jî çêbû.
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Li eyaleta Belûçistan a Pakistanê, erdhejek bi hêza 5,9 Rîxter çê bû û li gor zanyariyên destpêkê di encama erdhejê de 20 kesan canê xwe ji dest dane ku 6 jê zarok in û zêdeyî 300 kesan birîndar bûne.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 7, 2021
Wêne: Banaras KHAN / AFP pic.twitter.com/Tky3GQfkKk