3 zanayan Xelata Nobelê ya Fîzîkê wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Zanayekî Îngilîz, yekî Fransayî û yekî Amerîkayî bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an.
John Clarke, Michel Devoret û John Martinis bi saya xebatên xwe bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an.
Di civîna çapemeniyê ya li Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swêdê de serkeftiyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an hatin ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, John Clarke yê Îngilîz, Michel Devoret ê Fransî û John Martinis ê Amerîkayî ji ber xebatên xwe yên têkildarî "keşfa tunelkirina mekanîkî ya quantûma makroskopîk û quantîzasyona enerjiyê di dewreya ceyranê de" hêjayî Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2025an hatin dîtin.