Mela Fezlullah bû rêberê Talîbana Pakistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî kuştina rêberê Talîbana Pakistanê Hekîmuluha Mehsûd, Mela Fezlullah wek rêberê Tevgera Talîban a Pakistanê li şûna Mehsûd hat destnîşankirin.
Mehsûd heftiya borî di encama êrîşeke balafirên Amerîka de hatibû kuştin.
Rêberê demkî yê Talîbana Pakistanê Îsmetillah Şahîn di kongreyeke rojnamevaniyê de li cihekî nediyar ragihand ku Fezlullah di civîna encumena şûra ya tevgerê de li bakurê rojavayê Pakistanê hat hilbijartin.
Fezlullah ku xelkê navçeya Siwatê ye, yek ji berpirsên radîkal ên Talîbana Pakistanê ye.
Ji aliyekî din, li gorî nûçeya BBC, çekdarên girêdayî Mela Fezlullah gule berdabûn xwendekara pakistanî Melale Yûsifzay.
Tê pêşbînîkirin, Fezlullah li dijî pêvajoya aştiyê ya li Pakistanê be.
Di navbera salên 2007 heta 2009an de, Fezlullah serkirdayetiya kampanyayeke tundûtûjiyê li navçeya Siwatê kir û hewl da nêrîna radîkal a Şerîeta Îslamî li wir bicî bike.
Di wê demê de gellek dibistan hatin şewitandin û gellek kes jî bi awayekî eşkere di meydanan de hatin serjêkirin.