Trump: Pêvajoya li Xezeyê baş dimeşe

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku Hêza Navneteweyî ya Aramiyê (ISF) ya li Xezeyê dê "di demek gelekî nêzîk de" dest bi çalakiyên xwe bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di lûtkeya C5+1ê de ku li Koşka Spî mazûvaniya serokên dewletên Qazaxistan, Ozbekistan, Qirxizistan, Tirkmenistan û Tacîkistanê kir, pirsên li ser rojeva siyaseta derve bersivandin.

Trump amaje bi wê yekê kir ku "aştiya li Xezeyê" niha baş dimeşe û agirbest berdewam dike û diyar kir ku ew ji nêzîk ve bi welatên herêmê û hevpeymanên xwe re dixebitin.

Trump li ser pirsa ku Hêza Navneteweyî ya Aramiyê (ISF) ya ku ji bo çavdêriya agirbestê û piştre jî pêvajoya ji nû ve avakirinê li Xezeyê hatiye avakirin, dê kengî dest bi çalakiyên xwe bike, got:

"Gelekî nêzîk. Dê gelekî nêzîk dest pê bike. Pêvajoya li Xezeyê gelekî baş dimeşe."

Trump amaje bi "koalîsyona" ku welatên herêmê jî di nav de ne kir û anî ziman:

"Ev ne tiştekî demkî ye. Ev aştiyeke gelekî xurt e.

Em behsa aştiya li Rojhilata Navîn dikin, Hemas di rastiyê de beşeke biçûk a vê ye."

Trump tekezî li ser wê yekê kir ku ew hêvî dikin ku ji bilî Qazaxistanê, welatên din ên Asyaya Navîn jî tevlî Peymanên Abrahamê bibin û bi vî awayî dixwazin ew peymanê ji nû ve "çalak" bikin.

Pesnê Ehmed Şer da: Zilamekî gelekî bihêz e

Donald Trump pirseke li ser wê yekê ku gelo ew dê roja duşemê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re ku cara yekem e li Koşka Spî mazûvaniya wî dike, mijara Peymanên Abrahamê gotûbêj bikin an na jî bersivand û got:

"Belê em dê gotûbêj bikin. Bi ya min ew karekî gelekî baş dike.

Ew herêmeke zehmet e, ew jî zilamekî bihêz e.

Ez û ew gelekî baş li hev dikin."

Trump diyar kir ku di pêvajoya rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de jî ew gelekî bi pêş ketine û anî ziman:

"Ev mijareke zehmet e lê gelek bipêşketin çêbûne.

Wekî hûn dizanin, me li ser daxwaza Tirkiyeyê, heta Îsraîlê û çend welatên din ceza rakirin.

Me ceza rakirin da ku em derfetekê bidin wan (Sûriyeyê)."